Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê qonaxeke giring û çarenivîssaz a xebata gelê Kurdistanê bû

Serok Mesûd Barzanî, bi minasebeta 50emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê, peyamek belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Şoreşa Gulanê qonaxeke giring û çarenivîssaz a xebata gelê Kurdistanê bû. Ev şoreş berdewamî û hilgira peyam û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê bû. Şoreşa Gulanê ji bo hemû aliyan îsbat kir ku heger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê bo demeke kurt rawestiyabe jî, lê îradeya gelê Kurdistanê tu carî neşikestiye; lê belê ji bo gihîştina bi armancên pîroz, bi hêvî û hêzeke nû di têkoşîn û xebata xwe de berdewam bûye. Şoreşa Gulanê serketin bi dest xist, ji ber ku pişta xwe da qehremaniya Pêşmerge û xweragiriya gel û rêxistineke bi hêz û dirûşm û armancên zelal.
Di 50emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê de, ez rûmet û spasîyên xwe pêşkêşî gelê Kurdistanê û hemû wan têkoşer, Pêşmerge û nîştimanperweran dikim, yên ku li hundir û derveyî Kurdistanê roleke qehremanane di Şoreşa Gulanê de lîstin û dîrokeke geş û tije şanazî ji bo gelê xwe tomar kirin.
Di vê bîranînê de, em silavan ji bo canê yekem şehîdê Şoreşa Gulanê Şehîd Seyîd Ebdulla Hacî Omeranî û şehîdên Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê dişînin. Azadî û destkeftên din ên gelê me, berhema xwîna şehîdan û qehremaniya Pêşmerge û renc û dilsoziya xebatkarên Şoreşa Gulanê û hemû şoreşên gelê Kurdistanê ne.
Mesûd Barzanî 26ê Gulana 2026an