Di sala 2009an Newşêrwan Mustafa ji YNKê cuda bû û tevgera Goran avakir. Xelk jî bi hêvîyeke mezin tevlî Tevgera Goran bûn û wisa difikirîn ku ew tevger dê bibe tevgereke rizgarker. Lê di dumahiyê de wisa nebû. Ji ber ku hemî ev cudabûnên ku di kevn û niha de di nava YNKê de çêbibûn, hemî sedem pere û desthilat bû. Ev rewşa ku îro li Silêmaniyê çêbûye, tesfiye hesabên hizbî û desthilatê ne. Di kongereya çaremîn ya YNKê de xuya bû ku ev rewş dê rû bide. Lahur Cengî di plana xwe de hêvî dikir ku cîh li mala Mam Celal teng bike û di YNKê de bibe kesê yekem. Sistema hevserokatî lîstikek navçeyî bû ku ji aliyê Tirkiye û Îran û PKKê hatibû pêşniyar kirin ji bo YNKê. Lê di rastiyê de ev sîstem ji bo rakirina malbata Mam Celal û serkirdeyên kevn ên YNKê bû. Di destpêkê de serkirdeyên kevn hatin dûrxistin û tu desthilatê wan nema di nava partiyê de. Lê ku dor gihişt malbata Talebanî, lîstik têkçû. Bafil derbeyek mezin li Lahûr kir û bi çend saatek wî dorpêç kir û jê re got: stop!
-Oktoberçî hev du tesfiye dikin
Dema ku di 16 Oktobera 2017an de Kerkûk hat firotin, Lahûr wisa hîs kir ku xwe bike rêveberê hemû navçeya Silêmaniyê. Bêdengiya serkirdeyên kevn ên YNKê bû sedem ku Lahûr dest bavêje hemû cihên giring ên partiyê û bi rêya derdorê xwe Silêmanîyê jî bixe bin desthilata xwe. Ev kiryarên kirêt ên ku di dema borî de Lahûr û birayê wî Polad Cengî di bin navê dezgeha dijî Terorê encam dabûn, xelk gelek hêrs kiribûn. Lê li çepik xistina xelkê nefam ji bo oktoberçiyan, ev rewş veşart. Lahûr bi rêya avakirina medyayên şexsî û kirîna rojnamevanên wê navçeyê, xwest desthilata xwe berfireh bike. Ji ber ku li Kurdistanê medya rolek mezin dilihize.
Di aliyê dijun û çêkirina derewan de, rojnamevanên ser bi Lahûr hemî zana û mamoste ne. Dema ku Bafil cih bi Lahûr teng kir, berî her tiştî hemû medyayên wî girt. Ji ber ku fêm kiribû ev kesayetiyê ku Lahûr ji xwe re çêkiriye, bi rêya wan medyayan bû. Îro bûya an ji sibehê, dibû yek ji wan ew ê din ji lîstikê derxine. Raste her dû endazyarê 16 oktoberê ne. Lê wextek ku desthilatê şexsî dikeve nava xeterê de, oktoberçî bi hêsanî dikarin hev dû tesfiye bikin.
-Postmodern û qaşo rewşenbirên silêmaniyê çima bêdeng in?
Ev rewşa ku di çend rojên borî de li silêmaniyê çêbû, gelek kesan xistîye tengasiyê. Ev kom rewşenbir û postmodernên ku ji bo hemî tiştî dibin şirovekar û zana, çûn şikeftan û ketin nava xewekê kûr. Lewma ew ê pere ji Lahûr bistine, nikare rexneya li mezinê xwe bike. Komek ji wan bi gotar û şiroveya pir tirşik, xwestin Lahûr weke mezlûm nişan bidin û ji vê rewşê re digotin pilanê îqilimî û Bafil û PDKê. Di 17 şubata 2011an de dema ku alozî li başûrê Kurdistanê çêbûn, qaşo ev rewşenbir li Ewropa vegeriyan û xelk ji bo meramê xwe anîn ser caddeyan. Li ser kartona vala yê alkolê nimêjê derewin dikirin û zarokên belengaz ên xelkê didan kuştin. Piştre ji bê xem direviyan Ewrupa û li pişta laptopekê henekê xwe bi xelkê kurdistanê dikirin.
Dema ku Bafil hemi medyayên dijunfiroşên ser bi Lahûr girt, ev rojnamevanên ku li wêderê dixebitin, gelek ji wan reviyan Ewropa û Tirkiye yê. Bêdengiyek eceb li silêmaniyê çêbû û gelek kes sêwî man. Ku roj heta êvarê dijunê xelkê dikirin û pereyê xwe li cem Lahûr helal dikirin. Weke kurd dibêje: êdî şîş şewitî û kebab jî.
-Pehînek ji YPGê, du pehîn ji PKKê
Bi ketina Lahur Cengî gelek alîyên sîyasî nerazîbûna xwe aşkira kir, bi taybetî jî PKK û şaxên wê yê rojavayê kurdistanê YPG. PKK demildest daxûyaniyek şand ji YNKê re û daxwaza aram kirina rewşê kir. Ji bo ku rêya bazirganiyê maddeya hişbera navbera PKKê û Lahûr têkneçe. PKK baş fêm dike bi tesfiye kirina Lahûr, êdî dê nikaribin weke berê bi dilê xwe li navçeya silêmaniyê çalakiyan encam bidin û zarokan birevînin û rêyan bikar binin ji bo firotina dermanê hişber. Di van rojên dawî de Medyaya PKKê ji şûna ew rojnamegerên ku hatine girtin, propagandaya Lahurî dikin û bi aşkirayî berdevkîya wî ji xwe re kirine erk.
Rojnamevanên wan bi nêrînên tewş lahûr wekî qehreman nişan didin û Bafil û gelek kesên din sûçdar dikin. Salih Muslim destebirakê nêzik yê Lahûr e demildest nivîsek weşand û angaşt kir ku ‘’ev pilana îqilimî ye û dixwazim bi vê rê yê de azadiya vê deverê bixeniqînin.’’ ew ji baş dizanin ketina Lahûr di heman demê de ketina PKKê ye ji. Îran êdi xulamên xwe ji dest dide û millet ji pehînek li YPGê û dû pehîn jî li Pkkê didin û wan diavêjin zibilxaneya dîrokê.
-Îtlaatên li Silêmaniyê û Mîtên li Qendîlê
Digel her bûyerek ku di navçeyê de diqewime bi taybetî ji li Kurdistanê. MÎT li Qendîlê û Îtlaat jî li Silêmaniyê hewl didin bi rêya xulamên xwe rewşê kontrol bikin. Lê vê carî Emerîka û Nato ev tişt asteng kirin. Îran demek direj e şikestî ye. Tenê Lahûr di destê wan de mabû, ew ji çû. Ev rewşa ku îro li navçeyê qewimî ye, tesfiye hesabê navbera Emerîka û Îranê ye. Qendîl jî bi vê rewşa xeter zû pê hisîya ye. Ji ber ku PKK baş dizane piştî Lahûr, ergenekonên qendîlê û hemî xulamên Îranê di navçeyê de wê ber bi tune bûnê ve biçin. Tiştek eceb di vê rewşê de bêdengiya Lahûr û rayedarên Qendîlê bû. Ev tesfiye hesabên ku îro tên kirin, ne tenê siyasî ne, belkî di heman demê de şexsî be jî. Êdî MÎTên Qendîlê nikarin digel Lahûr û brayê wî di sinorê silêmaniyê de derman bifroşin û bazirganiyê bikin. Piştî rakirina Îtlaatên Silêmaniyê, êdî dora MÎTên Qendîlê ye ku bên tesfiye kirin.