Karwanekê din ê vaksîna Pfizer ji Amerîkayê gihîşt Îraqê, wezareta tendirustiyê dibêje: Behra Herêma Kurdistanê bi amîrên teybet ên tezandinê wê were şandin.
Îro roja yekşemî 25/7/2021an, karwanek din ê vaksîna dije Covid-19’ê a bi navê Pfizer ku Amerîka berhem tîne, gihîşt Îraqê û hejmara wan 500 hezar vaksînin.
Di vê derbarê de, wezareta tendirustiyê a Îraqê diyar kir, vaksîn bi rêya amîrên teybet ên tezandinê wê ji boy bingehên tendirustiyê li parêzgehan û her wiha Herêma Kurdistanê werin şandin.
Hêjay gotinê ye, li meha nîsana îsalê yekem karwanê vaksîna dije Covid’ê Pfizer ji Amerîkayê gihîşt bû Îraqê.