70 Penaber li Deryaya Sipî Winda Ne

70 Penaberên ji Lîbyayê li Deryaya Sipî Winda Ne

Rexistina sivil ya alikarîyê ya bi nave Alarm roja Şemîyê dîyar kir ku heftê penaberên ku ji Lîbyayê ber bi Ewrupayê ve diçûn Deryaya Sipî winda bûne.

Ji aliyekî din ve, Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî ragihand ku 89 penaber û termên du kesan roja Şemîyê bi keştîyeke hatine birine Trablusê ya paytexta Lîbyayê.

UNHCR destnîşan kir ku 40 kesên din jî winda ne.

Nehat zelal kirin ku heke her du rêxistin li ser heman koma penaberan diaxifin yan na.