Macron bi Serokwezîrê Polonyayê re li ser tundkirina cezayên li dijî Belarusê gotûbêj kir
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawiecki li ser tundkirina cezayên li dijî Belarusê, li hember kirîza koçberan gotûbêj kirin.
Di hevpeyvînekê de bi serokwezîrê Polonya re, îro Çarşemê, li Parîsê, serokê Fransa daxwaza berdewamkirina fişaran li ser serokê Belarusî Alexander Lukashenko dûpat kir.
Yekîtiya Ewropî Belarusê bi wê yekê tometbar dike ku li pişt kirîza koçberan e, û zorê li wan dike ku bi rêyên neqanûnî derbasî Polonyayê bibin, û piştre derbasî Yekîtiya Ewropî bibin.