Hevseroka Konseya Rêvebera KCK’ê Besê Hozat bi rojnameya Yenî Özgür Polîtîkayê ya PKK’ê hevdîtinek pêk anî û di vê hevdîtinê de berisva pirsên nûçegihanê Özgür Poltîkayê da.
Hozata mejîk genî weke her car bi êrîşa li ser Barzaniyan û PDK’ê dest bi axaftina xwe kir û axaftinên ewqas genî û bêserûber û dûr ji lojîk kirin ku mirov naxwaze bi ti awa berisva wan bide, ji ber ku her kes dizane çavkaniya van axaftinên wê çîye, lê belê dema bersiva derew û dezenfermasyonên PKK’ê û rêveberên wê neyê dayîn ew pir bê rumet tir dibin û axaftinên pir bê exlaqanetir û mezintir ji xwe dikin.
Axaftinên mezin û rêzkirina peyvên biyanî bûye karê rojane yê rêveberên PKK’ê, stêrkek ji asîman bikeve, toz bibare, li parçeyek Kurdistanê karesatek xwezayî rû bide û hwd… Wê rayedarên PKK’ê derkevin çapemeniyê û bêjin, “ev karê PDK’ê ye, PDK’e ji bo ku PKK’ê tasfiye bike vê yekê dike, ev karekî li dijî rêberê gelê kurde, ev bi fermana Tirkiyê hatiye kirin û hwd….” piştre tirollên wê yên di sosyal medyayê de bêy ku bifikirin weke tûtîyan wê tev axaftinên wan dubare bikin û kampanya êrîşa li ser PDK’ê û barzaniyan bidin meşandin, wê pîroziyên kurdan teşhîr bikin û xwe weke wilatparêz nîşan bidin, lê belê rastî eve ku ya PKK’e û rayedarên wê û alîgirên wê yên bê hiş dikin ji bilî îxanetê ti navek din nahilgire, axaftinên dawî yên “Besê, Kalkan û Nîlûfer Koç” vê heqîqetê rûnî dikin.
Bi dîtina rayedarên mîna Besê ku di Konseya Rêvebera KCK’ê de cî digrin, ev rastî eşkere dibe ku PKK’e bi ti awa kesên Têgihiştî, Şoreşger, Wilatparêz û Kurdperwer di Konseya Rêvebera xwe dê erkdar nake, ji boy ku di nava PKK’ê de bigihî asta herî jor bi tenê ev yek bese ku mejîkê xwe radestî partiyê bikî û Ocalan bi rêberê cîhanê bidî nasandin û rojane bibêjî, “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe û Çepkan Lêxî”.
PKK’e dixwaze di şexsê PDK’ê û Barzaniyan de dijatiya Herêma Kurdistanê bike.
Di hevdîtina bi rojnameya PKK’ê ya bi navê “Özgür Poltîkayê” de Besê di şexsê Barzaniyan û PDK’ê de êrîşî nirxên Kurdistanê kir û têkilîyên dîplomasî yên ku rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re heyî weke îxanet dan nasandin, û ragihand, “Êdî sirek nîne ku PDK’ê bi Tirkiyeyê re hin peymanên cidî kiriye. Eşkereye ku dixwaze petrol û gaza li Başûrê Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê bike û DYe û Ewropa jî piştgirya vê dikin. Hin şîrove tê kirin ku kirîza gazêya ku ji ber şerê Rûsya-Ûkraynayê rû da, bi hin aliyan ve bi vî rengî çareser bikin. Lê belê ev şîrove tenê parçeyekî rastiyêye. PDK bi salane petrol û gaza başûr difroşe Tirkiyeyê. Wan bi xwe eşkere kirin ku di vê mijarê de peymanek ji bo 50 salî çêkirine.” Besêya genî baştir ji her kesî dizane ev ne PDK’eye ku peyman ji bo firotina petrola herêmê bi Tirkiyê re îmze kirî, belku ev Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku peyman ji bo derbas kirina boriya petrola herêmê “ne Firotina petrola Herêmê bi Tirkiyê” bi Tirkiyê re îmze kirî, lê belê ji ber berjewendiyên şexsî û partiya xwe dixwaze wisa bide xweyakirin ku ev PDK’eye bi vê peymanê rabûy, bi vê yekê jî dixwaze di şexsê PDK’ê û Barzaniyan de dijatiya Herêma Kurdistanê weke herêmeke federe bike.
Mejîkê Besê di nava PKK’ê de ewqas tevlîhev bûye ku heya niha nizane peymana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re ji boy derbaskirina boriya petrola Herêma Kurdistanê û gihandina petrolê bi bazarên cîhanî ye, ev yek ji aliyê tev wilatan ve tê encamdayîn, her wilatekî ku ti sînorên deryayî nebin, neçar dimîne ji boy firotina petrola xwe peymanên rakêşana boriya petrolê bi wilatekî yan hin wilatan re îmze bike, lê hêrsa PKK’ê û rayedara wê ya genî ya bi navê Besê ne eve ku boriya petrolê di Tirkiyê re derbas dibe, belku hêrsa wê eve bi vê yekê pêgeha Herêma Kurdistanê di asta navdewletî de bihêztir dibe û ev yek jî li dijî berjewendiyên wê û rêberê wê ye, em tev dizanin rêberê Hozat ê yê ku li îmraliyê razayî û xwe dide tavê çewa ketiye di xizmeta dewleta dagîrkera Tirkiyê de û dema hatiye girtin jî çi soz û peyman bi rayedarên Tirkiyê dabûn, hêrsa Besê bi tenê eve ku dizane bi firotina petrolê wê Herêma Kurdistanê bihêz bibe û ev xewna rêberê PKK’ê û dewleta dagîrker ya tunekirina Herêma Kurdistanê ji holê rabe.
Rêveberên PKK’ê bi tenê êrîşî kesên mîna Barzanî wilatparêz û kurdperwer dikin, ew çi caran êrîşî kesên weke Ataturk, Xumeynî û Xameneî, Sedam û Esed û… hwd nakin
Di vê daxuyaniya xwe ya ji boy Özgür Polîtîkayê Besê bi temamî rûyê xwe yê qayîm û rast û medenê xwe xweya kir, Besê bi awayekî pir bê exlaq basî Barzanî kir, bi qasî ku êrîşî Barzanî û PDK’ê kirî hin êrîşî dewleta Tirkiyê nekir, helbet ev ne tiştek ecêbe, Besê û rêveberên din yên weke wê di nava PKK’ê de bi tenê êrîşî kesên mîna Barzanî wilatparêz û kurdperwer dikin, ew çi caran êrîşî kesên weke Ataturk, Xumeynî û Xameneî, Sedam û Esed û… hwd nakin ku bi hezaran kurd bi destên wan hatine kuştin, wilatê kurdan dagîrkirî û tecawîzî wilatê kurdan dikin, Besê û hevalbendên xwe ger bixwazin jî nikarin basî van kesan bikin, ji ber ku ew weke wan heywanane yên ku di yek kaniyê da avê vedixwen û ji boy yek armancê têdikoşin.
Ger PKK’e bi xwe jî bixwaze xwe tasfîye bike Tirkiye dê yekem dewlet be li dijî vê yekê bisekine.
Besê daxuyaniya xwe bi vî awa berdewam dike û dibêje, “armanca stratejîka Tirkiyeyê xwe gihandina sînorên mîsakî mîllîye. Ji ber ku PKK’ê weke astengiya herî mezina li pêşiya van armancên xweyên sitratejîk dibîne, tasfiyekirina PKK’ê ji bo xwe kirine pirsgirêka mayindebûnê. Ji xwe PKK li hemberî polîtîkayên qirkirin, dagîrkirin û desteserkirinêyên dewleta Tirka mêtinger qirker, mîna dîwarekî mezin disekine.” ya rast ti caran dewletê nexwastîye ne rêberê Besê û nejî partîya wê tasfiye bike, rêber û partîya ku dewletê bi xwe çikirî çima dê were tesfiye kirin?! Gelo qey karê dewletê bi vê partiyê û vî rêberî bi dawî bûye ku bixwaze wan tesfîye bike? Na çi caran dewlet vê yekê nake, ji ber ku ya niha PKK’e ji dewletê re dike, dewlet bi xwe nikare ji xwe re bike, PKK’e li her çar perçeyên kurdistanê bûye pirek ji boy derbasbûna artêşa Tirkiyê bo nava xaka kurdistanê, bûye beşek ji ecêndayên dewleta kûra Tirkiyê û bûye beşek ji cêbecêkerên “Mîsaqa Millî”, dewletê çi caran nexwestiye PKK’ê û Ocalan tesfîye bike, ger PKK’e bi xwe jî bixwaze xwe tasfîye bike Tirkiye dê yekem dewlet be li dijî vê yekê bisekine.
PKK’ê tev sînorên bêexlaqîyê derbas kirine û çi bêexlaqîyek nemaye ku nekirî, ew êrîşî her kes û aliyek wilatparêz dikin.
Besê di derbara seredana fermî ya Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo Brîtanyayê jî jehra xwe dirêje û dibêje, “di rewşeke wiha de Mesrûr ji bo peymanên qirêjên bi dewleta tirk re veşêre û kurdan bixapîne got, ‘Iraq dikare bibe konfederasyonek ji gelek dewletan ku parçe bûye’ û hewl dide rastyiê veşêre, berevajî bike. Her wiha ev daxuyanî weke nîşaneya hewildana qutkirina başûr ji Îraqê û girêdana wê weke wîlayetekê bi Tirkiyeyê re divê bê nirxandin.” bi rastî jî divê mirov rûyek pirr qayîm hebe ku bikare bi vî awayî dûr ji exlaq bipeyve û derewan rêz bike, ez naxwazim weke wan bipeyvim, lê carna neçar dibim weke wan bipeyvim, ji ber ku ew bi tenê vî zimanê axaftinê fêm dikin, wan tev sînorên bêexlaqîyê derbas kirine û çi bêexlaqîyek nemaye ku nekirî, ew êrîşî her kes û aliyek wilatparêz dikin.
Ev rêvebera genî ya PKK’ê dibêje “Eger ne ji hevkarî û xiyaneta PDK’ê bûya, dewleta Tirka qirker mêtinger nekarîbû êrişên dagirkeriyê bibe ser Başûrê Kurdistanê.” lê her kes dizane ev dereweke ku PKK’e rojê bi sedan caran dubare dike û PDK’e bi ti awa hevkariya Tirkiyê nake, ji xwe PDK’e û Barzanî li Efrînê, Serê Kaniyê, Heftenînê, Kurejar, Zinara Kêste û tev herêmên sînorî yên di nêvbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de nebûye ku PKK’ê teslîmî Tirkiyê kirin, ev 40 salin ev herêm tev di destên we de, ne bi tenê PDK’e li wir nebû belku we rê nedida sivîl jî têkevin wan herêman û gundên xwe ava bikin, ya rast eve ku PKK’e bûye pira derbasbûna Tirkiyê bo Başûr û Rojava Kurdistanê, piraniya ciyên berî niha di destê PKK’ê de, niha Tirkiyê dagîr kirine bêy ku PKK’e bikare yek buhist azad bike, PKK’e bi tenê di çapemeniyê de şerê Tirkiyê dike, ya rast ti şerek di nêvbera wan de tune, bi tenê PKK’e weke rênîşander ji Tirkiyê re kar dike, her ciyê ku PKK’e lê hebe Tirkiye jî lê heye û dagîr dike.
Besê bi awayekî bê exlaq basî pêşmergeyan dike û bi mafê pêşmergeyan nizane ku li herêmên niha Tirkiya dixwaze dagîr bike hebin û rê li komploya PKK’ê û Tirkiyê bigre, wê ji bîr kiriye ev herêm berê di destê pêşmergeyan de bûn, pêşmergeyan ji boy azadkirina van herêman ji destê rejêma Îraqê bi salan tekoşîn kiriye û deryayek xwînê daye, bi hezaran pêşmerge li van herêman brîndar bûne şehîd ketine, lê li sala 2014an piştî êrêşa terorîstên DAIŞê pêşmerge neçar mane wan ciyan berdin û herin enyên şer yên li dijî DAIŞê, piştre PKK’ê weke destketiyekê dest danî ser û xwe li nêzî bajaran bicî kir.
Kê mafê rexnekirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên wê hebe, Besê û partiya wê ew maf tune
Pir bi kurtasî, li her cihê ku Besê û partiya wê lê bûne niha artêşa Tirkiyê heye, li her cihê ku ew lê bûne wêrankarî li pey xwe hiştîye, xelk qetil kirîye, şerê eşîran çêkirîye, karsaz kuştine û rojnamevan wenda kirine, bajar wêran kirine û gund çûl kirine, şerê xendekan û vala kirina gundên Bakurê Kurdistanê ku dikevin ser sînorê başûr baştirîn mînakin ji boy rêveberiya Besê û partiya wê, kê mafê rexnekirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên wê hebe, Besê û partiya wê ew maf tune, ji ber ku ew bi tenê bi nav partîyeke kurdî ne, di eslê xwe de, her wek di helwestên rêberê PKK’ê di roja yekeme vegerîne Tirkiyê de xweya bûy, rêberê Besê û partiya wan bi tenê ji boy dijatîkirina xeta netewî û parastina Mîsaqa Millî ya Tirkiyê hatine çêkirin, daxuyaniyên rêberê PKK’ê jî baştirîn argumenin li ser vê yekê.
Pêwîst bû niha rojnamevan û kadroyên PDK’ê, rewşenbîr, hunermend û aqilmendên Kurdistanê PKK’ê û daxuyaniyên rayedarên wê rexne bikin û berisva wan bidin, lê ti kes li ser daxuyaniyên dijminkarane yên PKK’ê berisva wan nade, loma min wek kurdekî bakur ku zolma PKK’ê û rastiya wê bi çavên xwe dîtiye xwest hinekî kêm be jî li vê erka netewî li ser milên xwe rakim û li gor xwe berisva van bêexlaqiyên PKK’ê û rêveberên wê bidim.