Komîta Dadweran a 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) encamên hilbijartina endamên Komîteya Navendî ya PDKê pesend kirin û navên endaman ji aliyê Komisyona Hilbijartinan a PDKê ve hatin ragihandin.
Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Duhokê bi beşdariya zêdetir ji 1000 endamî dest pê kir û îro jî bi merasîmekê ku tê de encamên hilbijartina endamên Komîta Navendî û gotarekê ji aliyê Serok Barzanî ve bi dawî bû.
Di kongreyê de 10 endamên Komîta Navendî ya PDKê bi awayekî rasterast ji aliyê kongreyê ve hatibûn destnîşankirin, ew jî ev in: Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Ezedîn Berwarî, Ebdulmuheymin Barzanî, Azad Berwarî, Kemal Kerkûkî, Hoşyar Zêbarî, Fuad Husên, Zeîm Elî û Arif Teyfûr.
Duhî di roja sêyem a Kongreya 14emîn a PDKê de, bi beşdariya 1056 endamên kongreyê, proseya dengdanê ji bo hilbijartina Komîteya Navendî ya PDKê hat kirin û 129 namzedan li ser wergirtina 41 kursiyan ketin hevrikiyê.
Îro Yekşemê 6ê Mijdara 2022an di merasîma bidawîhatina 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, Komîta Dadweran encamên hilbijartina endamên Komîteya Navendî ya PDKê pesend kirin û navên endaman ji aliyê Komisyona Hilbijartinan a PDKê ve hatin ragihandin.
Navên namzedên ku di hilbijartina Komîteya Navendî de bi ser ketine: