Encamên hilbijartinên Komîteya Navendî ya PDK’ê hatin pesendkirin
Komîta Dadweran a 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) encamên hilbijartina endamên Komîteya Navendî ya PDKê pesend kirin û navên endaman ji aliyê Komisyona Hilbijartinan a PDKê ve hatin ragihandin.
Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Duhokê bi beşdariya zêdetir ji 1000 endamî dest pê kir û îro jî bi merasîmekê ku tê de encamên hilbijartina endamên Komîta Navendî û gotarekê ji aliyê Serok Barzanî ve bi dawî bû.
Di kongreyê de 10 endamên Komîta Navendî ya PDKê bi awayekî rasterast ji aliyê kongreyê ve hatibûn destnîşankirin, ew jî ev in: Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Ezedîn Berwarî, Ebdulmuheymin Barzanî, Azad Berwarî, Kemal Kerkûkî, Hoşyar Zêbarî, Fuad Husên, Zeîm Elî û Arif Teyfûr.
Duhî di roja sêyem a Kongreya 14emîn a PDKê de, bi beşdariya 1056 endamên kongreyê, proseya dengdanê ji bo hilbijartina Komîteya Navendî ya PDKê hat kirin û 129 namzedan li ser wergirtina 41 kursiyan ketin hevrikiyê.
Îro Yekşemê 6ê Mijdara 2022an di merasîma bidawîhatina 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, Komîta Dadweran encamên hilbijartina endamên Komîteya Navendî ya PDKê pesend kirin û navên endaman ji aliyê Komisyona Hilbijartinan a PDKê ve hatin ragihandin.
Navên namzedên ku di hilbijartina Komîteya Navendî de bi ser ketine:
Sîdad Barzanî
Rêbar Ehmed
Îsmaîl Haçik
Omîd Xoşnaw
Elî Ewnî
Eşwaq Caf
Serbast Lezgîn
Elî Husên
Aras Heso Mîrxan
Emîna Zekrî
Dilşad Şihab
Segvan Halo
Muhsin Kemal Gerdî
Sîrwan Barzanî
Behram Elî
Zagros Fetah
Elî Teter
Nûrî Osman Şingalî
Hêmin Hewramî
Necat Elî
Hîwa Ehmed
Omîd Sebah
Paştîwan Sadiq
Çinar Seîd
Cafer Emînîkî
Ebdulxaliq Bapîrî
Şaxewan Ebdullah
Guhdar Şêxo
Serbest Trwanşê
Bilind Îsmaîl
Evîn Hirûrî
Newzad Hadî
Ehmed Kanî
Sanaw Ferîdûn Ciwanroyî
Arî Nanekelî
Lîza Felekedîn
Viyan Silêman
Vala Ferîd
Hemîd Elî
Salar Osman
Hîwa Geylanî
Navên Namzedên Yedek:
Sasan Ewnî
Diyarî Husên
Mihemed Xurşîd
Bervan Hemdî
Çiya Herkî
Sebah Beytullah
Qadir Qaçex
Nazim Herkî
Ciwan Rojbeyanî