Sibeha îro di encama qezaya trênê de li bakurê Yûnanistanê herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetir ji 85 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Dewletê ya Yûnanîstanê AMNA’yê, îro li bakurê bajarê Larisa li herêma Tempî trena rêwiyan û treneke barhilgir li hev qelibîn.
Berpirsên Berevaniya Sivîl a Yûnanistanê ragihandine, di encama bûyerê de herî kêm 32 kes mirine û 85 kes jî birîndar bûne, ku birîna hinek kesan giran e.