Şandeyekî Wezareta Pêşmerge li Fransa ye

Wezareta Pêşmerge: Ti êrîş li ser hêzên me nehatine kirin Jêderekî ji Wezareta Pêşmerge ragihand, ti êrîşek li ser hêzên Pêşmerge nehatiye kirin û nûçeyên di vê barê de ne rast in. Jêderekî ji Wezareta Pêşmerge îro 3ê Adarê ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku "ti êrîş li ser hêzên Pêşmerge nehatine kirin." Êrîşa li Pirdê ne li dijî Pêşmerge bû Heman jêderî bal kişand ser êrîşa duh a li devera Pirdê û got: "Tenê duh li Pirdê êrîşek (teqînek) çêbû, lê ew ne li dijî hêzên Pêşmerge bû. Ew êrîş li herêmeke vala ketiye, lewma em nikarin bibêjin ku armanca wê hêzên Pêşmerge bû." Ev daxuyanî di demekê de tê, ji ber rageşiyên leşkerî yên li herêmê, gelek nûçeyên derbarê êrîşên ser binkeyên leşkerî de tên belavkirin, lê Wezareta Pêşmerge aramî û silametiya hêzên xwe li hemû eniyan piştrast dike.

Şandeyekî Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vexwandina Fransayê geheşt paytext Parîsê.

Li gor zanyariyên BasNewsê li ser vexwandina fermî ya hikûmeta Fransayê şandeyekî bilind a Wezareta Pêşmerge ya di serokatiya Şêwirmendê Wezareta Pêşmerge Serbest Bapîrî û hejmarekî fermandeyên Pêşmerge geheştine Parîsê.

Biryare îro li Parîsê Wezareta Pêşmerge û hejmarek berpirsên payebilind ên leşkerî yên Fransa bi ala Kurdistan û Fransayê ve tacegul li ser bîrdariya ‘’Leşkerê Winda’’ danên, piştre jî li gel berpirsên Fransayê gotûbêjê derbarê tekoşîna li dijî terorê û hewkariyên Fransa bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gotûbêj bikin.