Şandeyekî Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vexwandina Fransayê geheşt paytext Parîsê.
Li gor zanyariyên BasNewsê li ser vexwandina fermî ya hikûmeta Fransayê şandeyekî bilind a Wezareta Pêşmerge ya di serokatiya Şêwirmendê Wezareta Pêşmerge Serbest Bapîrî û hejmarekî fermandeyên Pêşmerge geheştine Parîsê.
Biryare îro li Parîsê Wezareta Pêşmerge û hejmarek berpirsên payebilind ên leşkerî yên Fransa bi ala Kurdistan û Fransayê ve tacegul li ser bîrdariya ‘’Leşkerê Winda’’ danên, piştre jî li gel berpirsên Fransayê gotûbêjê derbarê tekoşîna li dijî terorê û hewkariyên Fransa bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gotûbêj bikin.