Balafirên şer berpirsekî PKKê bi navê Yusuf Kalkan kuşt

Balafirên şer yên dewleta Tirk, berpirsekî rêxistina PKKê bi navê Yusuf Kalkan ku di lîsta sor ya dewletê de ye armanc girt û kuşt.
Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk îro roja sêşemî 23\7\2024 belav kir ku li herêma operasyona Pence – Kilît operasyoneke asmanî pêkhat û di encamê de 4 çekdarên PKKê hatine kuştin.
Destnîşan kir, yêk ji çekdarên ku di operasyonê de hatine kuştin, berpirsekî rêxistinê ye bi navê Yusuf Kalkan û navê wî di lîsta reng sor ya dewletê de cîh digre.
Artêşa Tirkiyê roja 17ê nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî binke û baregehên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewame. Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digre.