Balafirên şer qetilamek li doryana El Basil li Helebê encam dan

halab-dawar al basil

Balafirên şer ku goman tê kirin yên Rûsyayê bin, doryana bi navê El Basil li navenda bajarê Helebê borduman kir, 16 sivîl kuştin û 20 birîndar kirin.

Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja şemî 30 Mijdara 2024ê ragihand ku balafirên şer ku goman tê kirin yên Rûsyayê bin, doryana El Basil li navenda Helebê ku cîhekê herî qerebalixe borduman kir, 16 kes kuştin û 20 birîndar kirin.

Destnîşan kir, ji destpêka şerê li Helebê ku ev sê roje dewam dike, 327 sivîl û çekdar hatine kuştin, ji vê hejmarê, 155 ji çekdarên milîsên Tehrîr Elşam “Eniya Nusre” ne, 28 ji artêşa niştîmanî ne, 100 ji artêşa Sûryê û milîsên girêdayî wê, 67 sivîl jî hatine kuştin.