Pirtûkên ku Ocalan îdîa dike wî nivîsandine fikir û ramanên kê ne?!

Veguhertina pirojeya siyasî ji armanca dewletbûnê ber bi armanca piştî dewletbûnê ve
Dema ku di nasname û desthilatdariyê de guhertinên bingehîn çêbibin ev cure guhertin çêdibin.
Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk ti guhertinek di nasname û desthilatdariya xwe da nekirine.
Lê kesayeta Abdullah Ocalan ku xwe weke rêber û pêxemberê Kurdan bi nav dikir, dest avêt guherandina nasname û armancên Kurdan.
Evî kesî di naverasta tekoşîna xwe ya siyasî de daxwaza dewleteke Kurdî ya serbixwe li ser bingeha têgeha markisîzmê kir, neteweperwerî pîroz da naskirin û ax wek şeref û namûs hesap kir. Her kes an jî partiyeke siyasî ku daxwaza dewleta Kurdî nekirba, wî ew alî weke xayîn dida naskirin.
Ocalan di dawiya têkoşîna xwe ya siyasî de banga demokratîkkirina neteweyan li ser bingehê sosyalîzma zanistî kir, neteweperwerî wekî paşverûtî qebûl kir û ax jî tenê wekî hevkêşeyek sembolîka nasnameyê nas kir.
Li pişt vê guherîna Abdullah, çend teoriyên nakok yên rewşenbîrîyên nakok û helwestên nezelal hene, ku pêwîstî bi vekolîneke felsefî heye.
Gelo ji neteweperestiyê heta post dewletbûnê, dibe pêşketin an binketin??
Berya her tiştî girînge ku mirov rexnekirina netew-dewletê wekî amûrê çewsandin û asmîlasyonê û parçekirina nasnameya neteweyî ji hev cuda bikin.
Lêkolerê Îrlandî Benedict Anderson (1936-2015) netewbûnê wiha pênase dike: Netewe weke civakeke aşopî ye, li ser bingeha daxwaza jiyana bi hev re hatiye avakirin.
Lêkolerê Firansî (Joseph Ernest Renan) (1823-1892) di derbarê netewebûnê de dibêje: Ne merce netew li ser yektyeka etnîkî were ava kirin, netew li ser îradeya jiyana bi hev re hatiye avakirin.
Ocalan piştî çûyîna Îmraliyê li ser ramanên van feylesofan û gelek kesên din lêkolîn kir. Di bin bandora van feylesofan de maye û hatiye neteweya Kurd û dewleta Kurd jî li ser ramanên van fîlosofan lêkolîn kirine û ew şîrove bi navê xwe di Manîfestoyên Şaristaniyet de parvekirine, Ocalan li vir ne tenê netew-dewlet rexnekiriye, belku gelekî zêdetir çûye.
Abdulah Ocalan heta wê astê çûye ku dibêje:
Berpirsyarya mêranî û desthilatê di nava Kurdan de wekiriye ku takê Kurd bibe kesekî sitemkar. Ango dewletên Ereb, Faris û Osmanî ti zilim li Kurdan nekiriye, belku sitema ku Kurd rastî wê hatine ji encama baviksalariya Kurdane ku ev yêk bûye sedem Kurd bi xwe sitemê li xwe bikin.
Bi gotineke din her weke ku ev dewlet sîstema wan ne baviksalariye û ew ji çewsandina netewa Kurd bê gunehin.
Abdullah li vir nasekine, pêşdetir diçe û dibêje: Banga netew-dewlet xeyala dewletên kapîtalîste. Yanî ne berjewendî û armanca Kurdane.
Li vir kirîza hişmendiyê pêk tê.
Gotûbêja neteweyî ya Kurd gotarek rizgarîxwaze yan gotareke dij-kolonyale?
Gelo ger neteweyek xwedî dewletek netewî nebe, ma mirov dikare wekî dewletek netewî rexne bike?
Ocalan tê û li gorî ramana (Murray Bookchin) fikira xwe li ser dewletbûnê ava dike û dibêje: Dewlet pîramîdek û avahiyek tunde ku qet çareser nabe.
Abdullah li vir çi b mebest û çi bêy mebest tiştekî paş guh dike, ew jî dewleta netewî gelên bindest ne îmtiyazeke, lê xewneke ji êş û azarên gelên bindest derketiye holê.
Dîsa Abdullah Ocalan li dijî fikira dewletbûnêye, lê dev ji neteweperestiyê bernade. Lê ne ewe neteweperwerîya ku di fikira her Kurdekî de, lê Ocalan neteweperwerîyê ber bi erdnîgariyê ve dibe di axaftinên xwe de wisa mînakan dide:
Çiya bo dayîkê di guherîne.
Welatî bo organîkbûyînê di guherîne.
Nasnameyê vedguherîne rêsayên hebûnê û bêy sînorîya ramanên hestiyarî.
Ev yêk helbestên ku Kurdistanê sembolîk dikin bi bîr tîne, an jî têgeha Îlyadayê ya ji bo cîhên pîroz yên ku ji bo hemû mirovan dibin navenda gerdûnîbûnê.
Mînak, şirovekirina Kasîrî ya mirovê sembolîk ku dibêje tiştên pîroz bi ziman û efsaneyê têne hilberandin.
Eşkereye ku Abdullah Ocalan ji nû ve xwendina netewetiyê kiriye, ku ji asta erdnîgariya siyasî derbasî cewhera hebûnê ya sembolîk bûye.
Dibe ku xwendevan bipirse gelo başe ku Abdullah dev ji neteweperweriyê berneda? Na, ne başe, ji ber ku Abdullah hatiye û hewl daye ku fikira dewleta neteweyî ya Kurdî di jiyana Kurdan de ji holê rake, wî wek pirojeya Îbrahîmî ya ji bo dewleta Îsraîlê, bêyî pirs û pirsyariyê cîhê axa pîroz girtiye. Ev diziyeke fikrîye, ji aliyekî ve li dijî Îsraîlê diaxive û ji aliyê din ve jî ramana felsefî ya Îsraîlê ji bo xwe digre, ji bo ku cil û bergên siyasî ji pirsgrêka Kurd bixe, yanî pirsgrêka Kurd, ku pirsgrêkeke siyasîye, bighîne pirsgrêkeke nû ya tesewifî a neteweyî.
Ocalan dewletê wekî pêkhateyekî hiqûqî red dike, lê desthlata hişê bi navê fikira serok diparêze.
Ev jî fikira Michel Foucault ye dema ku dibêje: Desthilat netenê bi rîya hêzê sitemê dike, di heman demê de bi rîya axaftinê jî dike.
Hîgil dewletê bi vegotina aqilê dîrokî ve girêdide, lê Abdullah Ocalan ji ber ku ramana wî ne li ser aqilmendiyê ye, li ser pîroziya civakîye, li dijî vê nêrînêye.
Dema ku Abdullah ji dewleteke serbixwe diguhere û dibe demokratîzekirina gelan, ev nayê wê wateyê ku dev ji desthlatdariyê berdaye, lê belê ji desthlatdariya eşkere derbasî desthilatdariya veşartî bûye.
Paradoksa mezin a Abdullah Ocalan jî her eve:
– Hêza dewletê red dike, lê hêza axaftinê ava dike.
– Li dijî netewbûnêye, lê ew netew dê careke din erdnîgariyeke pîroz derxe holê.
Bi kurtasî:
– Abdulah netew-dewlet red kir, lê modeleke nû ya rasteqîna edalet û welatîbûnê pêşinyar nekir.
– Wî serwerî red kir, lê desthilatdariyek yekalî ya zindî nas kir û bi îlham bexiş da nasîn.
– Li ser navê axê axivî, lê hiqûq û maf hatin bêdengkirin.
Ji holê rakirina netew-dewletê ne bese, divê li şûna wê feraseteke alternatîfa azadiyê were holê, ev yêk pêwîste, zêdebarî vê divê mirov bi sembol û efsaneyîbûnê ve neyên girêdan.