Derewa mezina Ocalan: “Biratiya Gelan” bi zelalî li Rojava xuya bû

Bi salane ku Abdullah Ocalan hevoka “Biratiya Gelan” wekî alternatîfek pêşverû ji bo dewleta neteweyî û neteweperestiya kilasîk pêş dixe. Li ser rûyê erdê, ev slogan soza jiyana wekhev, redkirina zilma neteweyî û entegrasyona dilxwaza gelan dide. Lêbelê, ezmûna piratîkîya vê ramanê, nemaze li Sûriyeyê, valahiyek kûr di navbera gotin û kirinan de eşkere kiriye.
Li Sûriyeyê, projeya ku bi navê Rêveberiya Xwesera Demokratîk û Biratiya Gelan di bin îdolojiya Ocalan de hate destnîşan kirin, di pratîkê de bû sedem ku kurd bi awayekî gelemperî werin xapandin û avahiyeke bê asas û xeyalî li Rojava Kurdistanê were avakirin.
Ji herkesî zêdetir Ocalan dizane ku projeya Biratiya Gelan projeyeke lawaze û di vê projeyê de ti carî kurd nikarin mafên xwe bidest bixin, berevajî ger hat û tiştek di destên kurdan de be bi vê projeya seqet teqez wê wî tiştî jî ji dest bidin weke me li Rojava Kurdistanê bi çavê xwe dîtî. Ji ber ku ti dewr û dewranan biratiyeke rasteqîn di nêvbera kurd û neteweyên din yên ku erdê kurdan dagirkirî çênabe, ji derveyî kurdên ku bi îdolojîya seqeta Ocalan hatine xapandin ti kurdeke din nikare Ereb, Fars û Tirkekî wek birayê xwe qebûl bike, ji ber ku ev gelane dagirkerên Kurdistanê ne û tucarî qebûl nakin weke bra bi kurdan re bijîn, ew hertim dixwazin serdest bin û kurd jî bindestên wan bin.
Bûyerên dawî yên li Sûriyeyê ev heqîqet bi zelalî nîşan da ku vê projeya Ocalan ne bi tenê pirsgirêka kurd ber bi çareserkirinê ve nebiriye belku astengiyên here zêdetir di rêya çareserkirina pirsgirêka kurd de çêkirine.
Derewa mezina Ocalan tam di vê deye: veguherandina têgeheke xweşik û mirovî bo amûrek îdeolojîk da ku serdestiya siyasî ya partiya xwe pê rewa bike. “Biratiya Gelan” dema ku li ser hilbijartina azad, pirrengiya rastîn û mafê rexnekirinê ava bibe, watedare; ne dema ku ew bibe perdeyek ji bo yekdestkirina desthilatdariyê û dûrxistina yên din. Ezmûna Sûriyeyê nîşan daye ku bêyî hebûna hêzeke leşkerî ya rastîn, ti slogan, hetayên herî xweşik jî dê ji bilî xapandinê tiştek nebin.
Raste kurdan li Rojava Kurdistanê ku PKK’ê ji boy razîkirina Ereban navê wê guherand û kir “Bakur Rojhilatê Sûriyeyê” di bin seywana vê derewa mezina Ocalan xwestin Ereban weke birayê xwe hesab bikin, bi wan re saziyên Rojava birêve bibin û hêzeke hevgirtî ya leşkerî bi wan re çêke, lê belê tenê dema Ereb di tengasiyê de bûn xwe bêdeng kir û wisa nîşan dan ku biratî û Demokrasiya Gelan qebûl kiriye, lê belê dema dîtîn dikarin serdest bin û kurdan tepeser bikin, li dijî kurdan sekinîn, erdê kurdan dagirkirin, malê wan talan kir, heqaret li pîrukal, zarok û ciwanên kurd kirin, û li dijî wan sekinîn berê lûlîya tivenga xwe da sînga kurdan.
Li Tirkiyê, Îraqê û Îranê jî heman rewş derbas dibe, ev neteweyên dagirkerên Kurdistanê bi tenê wê demê biratiya kurdan qebûl dikin ku kurd bindestên wan bin, dema mijar dibe mafên kurdan yên rewan êdî weke gûrên birsî êrîşî kurdan dikin û wan dikujin, derbeder û bê mal û hal dikin.
Yê ku divê li ser bûyerên li Rojava qewimî were rexnekirin û lenet kirin bi tenê Ocalan ne tu kesek din, ji ber ku Ocalan û partiya wî ya hilweşiyayî dixwazin kurdan bi hin hevokên weke Biratiya Gelan û civaka demokratîk mehkûmî bin destê dagirkerên wan bikin, heta ku kurd xwe ji vê îdolojîya pîs û gemar xelas nekin, nikarin ti mafekî xwe yê netewî bi dest bixin.