Qirêjia Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmedê

Ocalan-Mazloum-abdi-Ilham-Ahmad-Net

Hoşeng Osî

Di daxuyaniya xwe ya herî dawî de, fermandarê baskê leşkerî yê PKKê Murat Karayilan (Cemal) got: Dewleta Tirk bi awayekî pratîkî proseya aştiyê cemidandiye. Ev yek rast e… Ji ber ku dewleta Tirk li Sûriyeyê gelek destkeftî bi dest xistin, ku ya herî girîng ev e: bi temamî jinavbirina hêz û destkeftiyên Kurdan ên ku ji aliyê Amerîka û Ewropayê ve li Sûriyeyê dihatin piştgirîkirin. Lewre ew serkeftina ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê bi dest xistî, nedibû ku pêk bihata heger ne ji rênima û fermanên Abdullah Ocalan bo HSDê, û cîbicîkirina Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û serkirdatiya PYDê û HSDê bo wan fermanan, ku ew di bingeh de fermanên îstîxbarata Tirkiyeyê bûn.

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed hemû xal û jêderên hêza xwe winda kirin

Bi vî awayî, Tirkiyeyê dagirkirina xwe ya li Sûriyeyê temam kir û Nûh Yilmaz (Xazî Kenanê Tirkiyeyê) wekî balyoz li Şamê bi cih kir, ku ew serokê rastî yê Sûriyeyê ye ne ku Ebû Mihemed El-Colanî. Belê, rûxandina hêza leşkerî ya Kurdî û belavkirina wê, windakirina çavkaniyên enerjî û avê û hemû bingehên dewletbûnê an herêma federal, û têkbirina tora têkiliyên dîplomatîk û ewlehiyê yên ku HSDê ava kiribûn; ev hemû bi xêra guhdana Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmedê bo ferman û rênimayên Ocalan pêk hatin.

Niha, piştî ku Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed hemû xal û jêderên hêza xwe winda kirin, rûmeta xwe di nav derdorên Ewropî û Amerîkî de jî winda kirin. Gelo çi dê bihêle ku Amerîka û Ewropa rêzê li van her du serkirdeyên têkçûyî, hejiyayî û Ocalanî bigirin, piştî ku hêza wan a leşkerî di nava 48 saetan de hilweşiyayî?

Dewlet rêzê li xwediyên projeyên xeyalî, yên Ocalanî yên pûç û ketî nagirin

Dewlet rêzê li wî kesî digirin ku li ser erdê xwedî hêz û aborî be, rêzê li xwediyên projeyên xeyalî, yên Ocalanî yên pûç û ketî nagirin, projeyên weke entegrasyona demokratîk, neteweya demokratîk, komara demokratîk û hwd.

Yê ku medyaya koma Xapoçî (Ocalanî) dişopîne, ew dê wê daxwazî û qîjeqîja ku Xapoçî (li Qendîlê û di nav DEM Partiyê de) dewam dubare dikin bibîne; ango daxwaziyên ku Tirkiye qanûneke efûyê ji bo wan derxîne da ku proseya teslîmbûnê hêsan bibe. Lê belê dewleta kûr vê yekê red dike, ji ber ku Ewropa û Amerîkayê destên xwe ji HSDê û ji Kurdan şûştine. Hemû tirsên Tirkiyeyê ji holê rabûn, û ew metirsiyên ku Tirkiyeyê didîtin ku Rêveberiya li Bakurê Sûriyeyê veguhere modeleke xweseriyê di nav Sûriyeyê de û Tirkiye bibe cîranê du rêveberiyên Kurdî li ser sînorên xwe yên başûr hemû belav bûn.

Êdî tiştek nemaye ku Tirkiye jê bitirse

Ji ber vê yekê, êdî tiştek nemaye ku Tirkiye jê bitirse, û ev feda hemû bi xêra zilamê îstîxbaratê Abdullah Ocalan û gefên wî li ser Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmedê pêk hat.

Tirkiyeyê proseya aştiyê cemidand ji ber ku wê projeya xweseriyê û dewleta neteweyî ya rastîn li Sûriyeyê rûxand. Tirkiyeyê ew tiştê ku jê re proseya aştiyê tê gotin cemidand ji ber ku Enqere hewceyî çeka PKKê ye li dijî başûrê Kurdistanê û li dijî partiyên Kurdistanî yên li Îranê. Tirkiyeyê ew prose cemidand ji ber ku niha bêçekkirina PKKê xizmeta berjewendiyên stratejîk ên Tirkiyeyê li Iraq û Îranê nake. Bêçekkirina vê komê, hincetên destwerdana Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê û di Rojhilata Kurdistanê de ji holê radike.

Tirkiyeyê Abdullah Ocalan wekî kaxezê tûwaletê bi kar anî, û Ocalan jî peyayên xwe yên di nav Kurdên Sûriyeyê de bi herî pîsî û serserîtiyê bi kar anîn

Ew têkçûn û teslîmbûna ku Ocalan li ser HSDê ferz kiriye, û guhdana Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmedê bo gefên wî; min berê jî wekî karesateke hîn tal Tir û dijwartir ji têkçûna 1975an û hilweşîna Şoreşa Kurdistanê ya piştî îmzekirina Peymana Cezayîrê wesif kiribû.

Bi kurtasî: Tirkiyeyê Abdullah Ocalan wekî kaxezê tûwaletê bi kar anî, û Ocalan jî peyayên xwe yên di nav Kurdên Sûriyeyê de bi herî pîsî û serserîtiyê bi kar anîn. Bi vî awayî, em dikarin bi zelalî amajê bidin hemû (jeneralên qirêja siyasî û leşkerî) di nav Kurdên Sûriyeyê de, yên ku bi korayî li pey serkêşiya Ocalan diçin.