Em çawa Ocalan weke rêberekî Kurdan nas bikin ?!

Ma Ocalan Serok e-info

Di dîrokî de, pir caran rêber û serkirde dikevin xaneya pirsê de ka gelo wan xizmeta doza gelê xwe kiriye yan jî ji boy berjewendîya neyaran kar kirine. Dema em diprisn ka “em çawa Ocalan wek rêberekî Kurd nas bkin?”, divê em li hemû rastî û helwestên wî yên berê û niha bi nerin yên ku gelê Kurd rastî şokê kirine.

Destpêka teslîmbûnê

Ji aliyê mêjûyî ve, pir caran hatiye aşkere kirin ku Abdullah Ocalan ji dema girtin û vegerandina wî bo Tirkiyeyê, wî soz dabû ku bi dil û can xizmeta dewletê bike. Wî li himberî dadgehê soz da ku Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê bêbandor bike û bixe bin kontrola dewleta Tirkiyeyê. Ev helwest bû bingehê qonaxeke nû ku tê de drûşmeyên rizgarîxwazî hatin guhertin bo peymanên jêr bi jêr.

27ê Sibata 2025ê: bicîhkirina sozê û fesixkirina rêxistinê

Ocalan bi salan zemînesazî ji bo vê armanca xwe dikir. Herî dawî, li 27ê Sibata 2025an, wî ew soza ku daye dewletê bi tevahî bi cîh anî. Wî bi du gotinan rêxistin fesix kir û jê re got:

“modêla we nemaye, çekan deynin û xwe fesix bikin.”

Ocalan ev daxwazîya fesixkirinê di demekê de kirbû ku wî çi destkeftiyên destnîşankirî ji boy gelê Kurd nexwestin, belku heta di bedela fesixkirina PKKê de ti tiştek nexwest, tenê got: çareserî entegrasyon û civaka demokratîke, ango destberdan ji mafên netewî û helyana di nava dewleta Tirkiyeyê de li jêr navê entegrasyonê.

Ocalan li hember fesixkirina PKKê çi tişt bo Kurdan nexwest; ne federalî, ne otonomî, ne xweserî û ne çi mafekî bçûkê çandî yan siyasî. Zêdebarî vê çendê, wî di hejmareke bangewaziyan de çi caran jî daxwazîya lêborînê ji dayîkên şehîdên Kurdan nekir, belku berevajî, weke çawa wî li sala 1999ê daxwazîya lêborînê ji malbatên leşkerên Tirk ên di şer de hatine kuştin kir, xemgînîya xwe jî bo hin eskerên Tirk ragihand yên ku di şkefteke Başûrê Kurdistanê de bi gaza Metanê fetisîn.

Kurdan ev pirs ji Ocalan kir?

Başe hûn partiyê “fî sebîl allah” fesix dikin qey hûn çi dixwazin, we çima berê bi dehan hezara ciwanên Kurdan da mirinê, ev 41 salên şer ji boy çi bûn madem tu tiştekî naxwazî?!

Ocalan di tevahîya bangewaziyên xwe de yên ji destpêka pêvajoya aştiyê ku hêjan jî Tirkiye navê pêvajoya Tirkyeya bê teror lê dike tenê, çareserî bi helyana Kurdan di nav Tirkan de û dest berdana ji armanc û mafên netewî dît, bi gotinek din: Ocalan got: çareserî civaka demokratîk, neteweya demokratîk û entegrasyona demokratîke!!.

Ji nû ve avakirina kemalîzmê

Ev tişta ku Ocalan ji Tebaxa 2025an ve kirî, ne tiştekî ji nişkan ve bû, wî hêjan li sala 2003an, ev fikar hebûn, dema wî di pirtûka xwe ya bi navê “Notên Îmraliyê” de eşkere û vekirî gotî:

Li Tirkyeyê xetimandinek heye, divê Kemalîzm xwe ji nû ve birêxistin bike, em ji nû ve xwe birêxistinkirina Kemalîzmê dipejrînin.”

Abdullah Ocalan ewa ku di 2003an de wek teorî gotî, li 2025an kire rastî. Wî her tişt bo bêhêzkirina pêgeha Kurdan û bihêzkirina hêla Kemalîzmê û dewleta Tirk encam da, bêyî ku bi qasî “zeret el-misqal” jî mafekî bo neteweya Kurd dabîn bike.

Lê li vir jî ecêb nemînin, ma Ocalan dê çawa tiştekî bo netewya Kurd bixwaze, neteweya ku ew xwe jê hesab neke…

 qey ma ne heman Ocalan bû gotî: bila çi neteweperstên Tirk xwe ji min Tirktir hesab nekin?

Mane eynî Ocalan bû di yêkem gotina xwe de piştî bo Tirkyeyê hatîye vegerandin got: diya min Tirk e, derfetê bidin min xizmeta Tirkyeyê bikim.

Mane heman Ocalan bû gotî: Tirk koka darê ne û Kurd çeqekin jê.

Loma jî li dawiyê em dibêjn: em çawa Apo weke rêberekî Kurd hesab bikin!!.