Tim ez û ez, ew li ber pez nabe!!!

Bûbê Eser
Divê êdî em li Bakurê Kurdistanê mekanîzmaya rexnekirin û li xwe rexnekirinê misoger bikin. Ango bi cih bikin da ku tevger li Bakurê Kurdistanê bi girseyî û bi awayekî xurt bê meşandin.
Divê herkes li gor zanîn û kanîna xwe tevbigeriye. Divê herkes cih, meqam û berpirsiyariyên xwe bizanibe û nas bike.
Divê siyasetmedarek bizanibe ku ew siyasetê dike da ku welatê xwe azad bike. Kar û erka wan siyaset e. Dema hemû hêz û qaweta xwe bide wê, dê wê gavê bi rehetî siyaseteke rast li gor berjewendiya gelê xwe bidomîne. Tu giraniyê bidî çi, dê ew bi ser keve.
Nivîskarek divê giraniyê bide karê nivîsandinê da ku bikaribe bi nivîs û berhemên xwe pêşiya tevgera gelê xwe veke; zimanê gelê xwe bi pêş bixe; rê û rêbazan nîşanî siyasetmedarên xwe bide ku têkoşîna wan him rast bê meşandin him jî bi hêz û qawet bibin.
Karê nivîskaran ê serekî ew e ku ew bikaribin başî û qenciyên hatine kirin binivîsin. Nivîskar divê bi roman û çîrokên xwe yên nivîskî dîroka gelê xwe, têkoşîn û berxwedana miletê xwe, dengê azadî û berxwedanên wan binivîsin da ku pêşiya nifşê li dû xwe vekin.
Nivîskar di roman, çîrok û novelên xwe de dîroka gelê xwe bi xwendevanan dide naskirin. Bûyerên pêk hatine dinivîse ku neyên ji bîr kirin, da ku nifşekî din li ser koka xwe bê naskirin û bi zanîna dîroka xwe mezin bibe.
Loma jî bi rehetî dikarim bêjim ku di nava civatên paşdemayî û yên pêşketî de nivîskar pîroz in. Hebûna wan pêşketina miletê wan e. Lê mixabin îro ev li Bakurê Kurdistanê tune ye. Zêde qîmet û rûmeta nivîskaran nayê girtin. Nivîskarekî ku bi salan kedê dide berhemekê, bi zor û zehmet dide weşandin; lê ew berhem hezar nusxe nayê firotin. Li gor min karesata mezin ev e.
Partî û rêxistinên me jî li hemberî nivîskarên nehevalên wan, ambargoyeke nermik bi kar tînin. Weke tê xwestin xwedî li nivîskarên xwe dernakevin. Loma ji bona wan, şertên ku tu endam bî û kesan, serok û rêberan rexne nekî, dibe ku hinekî qîmetê bidin te.
Li gor min divê partiyên me fireh bifikirin, xwe ji îdeolojiya teng azad bikin. Xwedîtiyê li hemû nivîskarên ku ne hevalên wan in jî bikin. Semîner û konferansên edebî li ser navê wan amade bikin, wê baştir be.
Divê rexnegir jî hebin ku bikaribin kêmaniyên siyasetmedar û nivîskaran ji bona pêşketinê rexne bikin. Lê mixabin îro ew rexnegirên me tune ne. Ev kar bêtir maye li ser milê nivîskaran. Yanî îro li Bakurê Kurdistanê yên xwedî du erkan nivîskar in: him karê nivîsê dikin him jî carna kêmaniyên partî û siyasetmedaran eşkere dikin.
Lê îro li Bakurê Kurdistanê, ku her kes li gor erk û berpirsiyariya xwe tev bigere, tune ye. Siyasetmedar weke navê wan li ser e, karê wan ê ewil ew bi xwe ye. Heger siyasetmedarek çiqasî li ser vê erka xwe tevbigere, wê bêtir berhemdar be.
Nivîskar an rewşenbîrek dibe ku ne endamê partiya te be, ji xwe ya girîng ew e ku tu bikaribî kesên ne endamên te ne çalak bikî, kar û wezîfeyekê li gor berpirsiyariya wî/wê bidiyê. Bi wan re mijûl bibî da ku ew jî nêzîkayetiyê li te û partiya te bikin.
Bi vî awayî him tu kesekî qezenc dikî an bi wezîfedarkirina wî/wê tu wan nêzîkî xwe dikî, him jî ew ê bizanibe ku piştgir û partiyên Kurdistanê qîmet û rûmeta wî/wê jî digirin.
Lê weha xuyaye ku hê partiyên me yên siyasî li Bakurê Kurdistanê negihiştine wê astê ku bikaribin kesayetiyên ne endamên wan in di kar û xebatê de çalak bikin. Eynî rewş ji bona televizyonên partiyan jî weha ye. Tu dibînî ku tim kesên di partiya xwe de berpirs in derdixin. Her ew in û her ew in. Êdî mirov aciz dibe ku li wan û li bernameyên wan binere. Tim dîtina rûyekî aciziyê dide.
Lê tê nagihîjin ku bi guhdarîkirina dengên cuda, nerîn û ramanên ji hev cuda bêtir berhemdar e û ji bona partiyê jî baştir e. Ji ber ku ew dengên cuda; kêmanî, şaşî û xebatên hêja bi te dide naskirin û zanîn.
Li gor min ev jî karesateke û kêmaniyeke mezin e ku partiyên me yên Kurdistanî vê nakin. Divê bikin ku berê xwe berfireh bikin. Nivîskarên nû û siyasetmedarên cuda jî bi vê rêyê dikarin qezenc bikin.
Loma tim “ez û ez, yên din li ber pez”, ev kar nameşe. Partî bi pêş nakevin, ji derekê û pê ve dixetime.