Kurdno û serok Mesûd Barzanî!!!

Bûbê Eser
Ez weke nivîskar û rewşenbîrekê kurd gazî û hawara xwe dighêjinim we ku piştî bûyer û kiryar û firotina Kerkukê ji nû de, pêşî li Bafil û hemî Celaliyan neyê girtinê, îro Kerkuk e, sibê Dihok û Hewlêre û dûre jî Silêmaniye û hemî kurdistane ku dê radestê dagirkerên me bike. Bafil bi heş û aqilê xwe ne yekî temam e. Ji xwe çi tê serê kurdan, ji ber serok û rêberên aqilên wan ne temam û rişma wan di destê dagirkeran de ne.
Bafil ne mirovekî bi hêş û bi aqil e. Loma pir rehet dikare bê kirîn û firotin. Derdê wî ne Kurdistan e. Armanc û hedefa wî tenha têkbirina Barzaniyan e. Jê û pêve tu armanceke wî ya din tu ne ye.
Bi van bûyer û kiryarên xwe ne tenê ew li hember Barzaniyan tevdigire, ew gav bi gav Kurdistanê radestî dagirkerên me dike.
Ew Kurdistana ku bi xwîna cangoriyên Kurdistaniyan, bi rê û rêbazên neteweyî, bi berxwedan û rê nîşandana Barzaniyan, bi fedekariya pêşmêrgeyên qehreman ku hatiye azadkirinê, wê Bafil tevî ji bona tolhildana bav û dapîrê xwe Îbrahîm Ehmed, bifroşe. Armanc ji vê jî tenha Barzanîne ku ne bi dilê Celaliyan e ku Barzanî hebin…
Ez gazî û hawara xwe dighêjimin kes û kesayetiyên kurdperwer yên di nava YNK dene. Heger hûn weha bêdeng bimînin, ne tenê Barzanî wê hemî kurd wenda bikin. Ev azadî û rehetiya ketiye destên Kurdistaniyan dê ji dest here.
Îro sînorên nû têne danîn. Îro welatên nû têne damezrandin. Îro dagirkerên ku ev serê sed salane ku xwîna kurdan dimêjin, têne hilweşandinê, cihê kêfxweşa kurdan e. Lê mixabin em hemî kurd û bi taybetî endam û serkirdeyên YNK heger li hember tawanên Bafilê xwe radestî dagirkerên me kirî ye, bê dengê û bê helwest bimînin Kurdistan ji dest me tevan dihare. Yên wê wenda bikin dê hemî kurdên cihanê bin.
Kurdno û bi taybetê kurdên me yên Silêmaniyê, heger hûn naxwazin weke berî azadiya welatê xwe bijîn, divê hûn jî bi protestoyên xwe van kiryar û bûyerên ku Bafil dixwazî kurdistanê radestê dagirkeran bike, bêdeng nemînin.
Derdê Bafilê ew e ku Barzaniyan tune bike, lê wê nikaribe vê bike. Di warê firotina Kurdistanê de heger welatparêzin nava YNK û hemî gelê me yên li Silêmaniyê weha bêdeng bin, dikarin bê welat bimînin.
Bê welatî, jiyaneke koletî û rezîlî ye. Loma jî berî herkesan divê hûn rûniştvanên li bajarê qedîm yên Silêmaniyê û kadirên nava YNK yên welatparêz, êdî rabin ser nigan û li hember firotina Kurdistanê ku li ser destê Bafil pêk tê, bêdeng nemînin.
Ez gazî û hawar xwe dighêjînim rêzdar serok Mesûd Barzanî ku divê cenabî wî li hember van tawan, kiryar û bûyerên Bafil bê deng nemîne. Çi di qada navneteweyî de û çi jî di qada Kurdistanê de ji bona van tawanên Bafil ya frotina Kurdistanê bê rawestandin, bê helwest nemîne.
Gazî û hawara xwe dighêjinim serokê herêma Kurdistan rêzdar Nêçîrvan Barzanî ku divê ew bi civîn, konferans û bi saya hewldan û dîplomasiya xwe li hember van tawanên Bafil çi di qada navneteweyî de û çi jî di qada Kurdistanê de, bê deng û helwest nemîne.
Hawar û gaziya min ji bona serokwezîrê Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî ew e ku cenabî wê jî li gel hêzên pêşmêrge, li gel rê û rêbazên li hevkirineke misoger, mudaxeleyî van tawanên Bafil bike û bê deng nemîne.
Bê dengiya cenabên we û miletê kurd. Bi taybetî ya xelkê Silêmaniya wê bibe encama ku piştî frotina Kerkukê dê hêdî hêdî ya Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê jî be. Derdê Bafil û yên pê bawer ne Kurdistan e. Derdê wan bi çawalan pere birin e ku ew jî dagirker bi rehetî dikarin wan çawalana bidin Bafil.
Kurdno, bizanibin ku Bafil niha lîstikek pir xeter dilîze. Bêdengiya rêvebirên başûrê Kurdistanê û xelkê Kurd dê bibe tunebûna Kurdistana azad. Rabin û ji van kiryar û bûyerên Bafil re bêjin bes e êdî…