Skip to content
Pêvajoya Nû li Sûriyê!

Kurteya Rewşa Giştî (Dawiya Çile 2026)
Piştî hilweşîna rejîma Esed di Kanûna 2024’an de, li Sûriyê hikûmeta demkî ya serdest bi serokatiya Ahmed al-Sharaa (ku berê bi navê Ebu Muhammed el-Colanî tê naskirin) û bi serweriya HTŞ’yê (Heyet Tahrir el-Şam) hate avakirin. HTŞ saziyeke bi kokên El-Qaîdeyê ye (dewama El-Nusra’yê) û têkilîyên wê yên îdeolojîk û rêxistinî bi ÎSÎS’ê re jî têkiliyên dîyar hene.
“Artêşa Sûriyê” niha bi piranî ji unsûrên HTŞ/SNA’yê (Artêşa Neteweyî ya Sûriyê) pêk tê û bi piştgiriya xurt a Tirkiyeyê tevdiger e.
Herêmên di bin kontrola Kurdan de yên “Bakur û Rojhilatê Sûriyê” (Rojavayê Kurdistanê/DAANES) (Hesekê, Reqqa, Dêrazor û hwd.) di hefteyên dawî de rastî êrîşên hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyeyê hatin. Pevçûn zêde bûn, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rûbirûyî windahiyên erdnîgarî yên girîng bûn (Tebqê, Reqqa, piraniya Dêrazorê hatin girtin). Di 18’ê Çile de, bi navbeynkariya DYAyê (bi beşdariya Tom Barrack) agirbest û “peymana entegrasyonê” hate îmzekirin, lê li qadê ji miletê Kurd re tehlûke, pevçûn berdewam in û peyman bi awayekî pratîk hilweşiya ye.
Helwesta Dawî ya Tom Barrack û DYA/Koalîsyonê
Nûnerê Taybet ê DYAyê yê Sûriyeyê (di heman demê de Balyozê li Enqerê yê) Tom Barrack, di daxuyaniya xwe ya li ser X’ê (berê Twitter) di 20’ê Çile 2026’an de van gotinan bikar anî:
“HSDê armanca sereke ya hêza dij-ÎSÎS’ê li qadê bi piranî bi dawî bûye.”(!)
Sedem:
-Hikûmeta Sûriyê (hikumeta zordar a Şamê ya de facto), bûye endamê 90yemîn yê Koalîsyona Cîhanî ya li dijî ÎSÎSê. Niha ew “amade û dilxwaz” e ku berpirsiyariyên ewlehiyê (girtiyên ÎSÎS’ê û kampan jî tê de) bigire ser xwe.
-Ji bo Kurdan “firsenda herî mezin”, entegrasyona tam di hikûmeta Ahmed al-Sharaa de û pejirandina hemwelatiya Sûriyê ye (mafên hemwelatiyê, parastina zimanê Kurdî û hwd.).
Pêşîniya DYAyê:
-Hêsankirina danûstandinên di navbera Şam û HSD de ji bo ewlehiya girtiyên DAÎŞ‘ê û entegrasyona siyasî ya Kurdan.
–Ev daxuyanî guherîna stratejîk a DYAyê zelal dike:
DYA, êdî Kurdan (HSD) wekî hevalbendê sereke nabînin. Di bin rêveberiya Trump de, DYA dixwaze Tirkiyê razî bike, hebûna leşkerî kêm bike û Sûriyeke “yekgirtî” (di bin kontrola HTŞê de) piştgirî bike. Gotinên Barrack fikarên Tirkiyeyê yên li ser PKK/YPGê digire ber çavan û xweseriya HSD’yê wekî “cudaxwazî” bi nav dike.
Çima Ev Guherîn?
(Hesabên DYA û Koalîsyonê) Sedemên sereke yên veguherîna DYAyê bo vê siyaseta nû:
-Daxuyaniya ku têkoşîna li dijî DAÎŞê bi dawî bûye. Ji sala 2019’an vir ve di destê DAÎŞê de kontrola axê tune ye. -Koalîsyon niha dixwaze bawerî bi aktorên herêmî (Şam) bîne.
–Zexta Tirkiyê:
Tirkîye, hevpeymana NATOye. HSDyê wekî dirêjkirina PKKyê dibîne. Serdema Trump Enqereyê pêşîn dike; piştgiriya ne rasterast ji bo HTŞyê (çek, lojîstîk) bi rêya Tirkiyê tên dan.
Vekişîna leşkerî û kêmkirina lêçûnê:
-DYA dixwaze 900-2000 leşkerên xwe li Sûriyê vekişîne. Bi entegrasyona HSDyê “çareseriya herêmî” wê were peydakirin.
-Hevkariya pragmatîk bi HTŞê re, Al-Sharaa wêneyê “nerm” nîşan dide, cezayên aborî hatin rakirin, li Qesra Spî hate pêşwazîkirin. DYA, HTŞe wekî “hevkariya nû” li dijî DAÎŞê dibîne.
-Li dijî xweseriya Kurdan; Federalîzm an cudaxwazî nayê piştgirîkirin, têt redkirin; bal dikişîne ser “artêşeke yek, dewleteke yek”.
Metirsiya li Zindan û Kampên DAÎŞê
-Di 2-3 rojên dawî de (18-21’ê Çile) li El-Şeddadî, Hesekê û zindan/kampên din (El-Hol, Roj) revînên mezin çêbûn:
-Bi hezaran endamên DAÎŞê û endamên malbatên wan hatin berdan an jî ji aliyê hêzên HTŞyê ve “di bin kontrolê de hatin girtin”. Revînên DAÎŞê bi endamên razayî yên DAÎŞê yên herêmê re ketine têkilîyê û dicivin.
-Wezareta Navxweyî ya Sûriyê HSDyê tawanbar dike (“ji bo şantaja siyasî berdan”).
–HSD jî hêzên hikûmetê û HTŞyê tawanbar dike (“di dema êrîşê de revîn”).
-Hin rapor: Nêzî 1500 endamên ÎSÎS’ê revîn, 130 hatin girtin lê metirsî berdewam e.
-Ji ber têkiliyên dîrokî yên HTŞyê bi DAÎŞê re (unsûrên berê yên Nusra/El-Qaîdeyê), îdîa hene ku ewên revîyane wê tevlî refên HTŞyê bûne.
(li gor agahîyên liber dest, ev tespîtên min ên “bi hezaran şervanên DAÎŞê tevlî HTŞ‘yê bûne” piştrast dikin.)
Ev rewş metirsiya avakirina hucreyên nû yên DAÎŞê û xurtbûna wan li herêmê zêde dike. DYA dibêje “ewlehî” lê li nêzî baregehên koalîsyonê jî mudaxele nake.
Metirsiya ji bo Kurdan û Metirsiya Jenosîdê
Kurd bi awayekî berbiçav, tenê hatine hiştin. Piraniya axa ku di destê HSDyê de bû, winda bûye, peymana entegrasyonê mîna “teslîmiyetê” xuya dike.
Hêzên HTŞ/SNAyê (bi piştgiriya Tirkiyê) dikevin herêmên Kurdan; raporên tundûtûjiya li dijî sivîlan zêde dibin, nûçeyên qetlîaman belav dibin.
Ji çar perçeyên Kurdistanê derbasbûnên sînorî ji bo piştgiriyê diqewimin (protesto li Nisêbînê, hewldanên derbaskirina dîwaran).
Metirsiya Qetlîamên Nû Li Ser Kurdan Bilind e:
Dema îdeolojiya HTŞyê (Îslamî) û helwesta dij-Kurd a Tirkiyê em tînin cem hev, tirs ji “operasyona komkujîyan” heye.
Hin kes vê wekî “paqijkirina Kurdan ji herêmê, ya bi plankirî” dibînin: DYA/Trump bi tawîz dayîna Tirkiyê Kurdan feda dike.
Ev siyaseta DYAyê terkkirina hevalbendên berê (Kurdan) û ber bi komeke nîqaşbar wekî HTŞê ve diçe. Xeletî: Kêm nirxandina metirsiya DAÎŞê (ger revîn zêde bibin, pêlek nû a DAÎŞê dikare were).
Rewşa Kurdan di xetereyê de (soza entegrasyonê di pratîkê de dibe teslimkirina kurdan).
Xurtkirina hegemonyaya herêmî ya Tirkiyê.
Herêm li ber kaosek mezin e. Berxwedana Kurdan berdewam e, lê tenêtiya wan kûr bûye. Ji bo pêşîlêgirtina li jenosîdê, zexta navneteweyî (NY, rêxistinên mafên mirovan), çalakiyên dîasporayê û belge kirina rast-dem girîng e.
Şeyhmus Ozzengin/21.01.2026