76 saliya rojbûna Evdilla Ocalan (2)

Simko Ebdul Ezîzî
Rûbarên xwînê yên cangoriyan kirine qurbanî netewa Kurd şaşiyeke zimanevanî bû, hemû rêber ji dehmena qurbanîdanê peyda nabin, hinek ji wan ji dehmena tarîtiyê di bin perdeya neyê dîtin peyda dibin, Evdilla Ocalan ne ji Helebçe û ne ji Qendîlê û ne ji Kobanê hatiye, dîsan ew ne dengê qêriya komkujiya dêrsimê ye, Evdilla di jiyana xwe de yek fîşek jî ber bi rûyê dujminên Kurd û Kurdistanê ve neteqandiye.
Evdilla Ocalan yek ji zarokên tirsonek yên gundê xwe bû, her weke wî bi xwe îtîraf kirî û gotî min ji tirsan de mar dikuştin ne ji mêrxasiyê.
Her wiha derçûyê kafeyên Enqereyê bû û xwendekarê kujiyên tarî yên Markisiyetê li zanîngehê bû.
Haya wî ji doza rewaya gelê Kurd tunebû, ji ber vê yekê kurdayetiya wî bi têgeha markisiyetê hatibû pênasekirin û dîzayn kirin, her weke qumaşê cil û bergên Kurdî hebe, lê bi dîzayneke biyanî cil û bergên kurdî pê çêkin û bikin ber wî.
Di destpêka damezrandina PKK’ê de di sala 1978 pirsgirêka kurdî di dilê PKK’ê de nebû, belku pirsgirêka kurdî weke alavekî ji boy projeyeke din dihat bikaranîn, stratejiya projeya wan ev bû ku bi hizir û têgehê markisiyetê hewl bidin sîstema rêvebirina dewleta Tirk hilweşînin, her weke Kemal Pîr ku kesê yekem yê PKK’ê bû û bi regez Turk bû di îtîrafên xwe de dibêje; “me PKK’e ji boy rizgarkirina axa Kurdistanê yan azadkirina gelê kurd nedamezrandiye, belku Erdnîgarîya Kurdistanê û gelê kurd me bikar aniye ji boy geşkirina hizra Markisî û Lînînî, mîna bikaranîna zeviyeke guncayî ji boy çandiniya me divê.”
Yanî Kurd û Kurdistan nema di hizra wan de be ku were rizgarkirin, belku kurd weke gelek bindest ji boy berjewendiya xwe bikar di anîn. tu carî rizgarkirina Kurdistanê ne armanca wan bû, armanca wan ya sereke ev bû ku desthilatekî bi têgeha Markisî ava bikin, lê ev armanc bi têgeh û siloganên şoreşgerî dihat nixumandin. Ev nixumandin dibe destpêka wendakirina kurdan.
Di vê wendakirinê de û di bin ala rizgarkirina kurdan de, PKK’ê dest bi kuştina şoreşger û welatparêzên gelê kurd kir.
Dijminên Kurdistanê dijminên sereke û yekem yên PKK’ê nebûn, şoreşger û welatparêzên Kurd û her kesê daxwaza dewleta Kurdistanî dikir bûbûn dijminê yekem û sereke yê PKK’ê û Evdilla Ocalan, ji ber vê yekê jî biryar stend tev şoreşgerên Kurd li bakurê Kurdistanê yan werin bêdeng kirin, yanjî werin kuştin û jinav birin. Loma jî yekem gulleya xwe li dijî kurdan teqand, ew kurd jî “Mihemed Celal Bucak” serokê eşîreta “Bucak” bû.
Evdilla di salên 70an de digo, “zimanê kurdî kevneşopî ye, serxwebûn xapandine, mafê çarenûs tawane”, kesên mîna Cemîl Bayik şahdin ku Ocalan çendîn caran ev gotin anîne ser ziman.
Di vê berzebûnê de, PKK’e hat guherîn, bû amûrê tesfiyeya navxwe, ne tesfiyekirina PKK’ê ji kesên xayîn belku tesfiyekirina PKK’ê ji wan kesên îbadeta Ocalan nakin, ev tesfiye bi navê xayîntiyê dihatin encamdayîn, her kadroyeyekî gotinên Ocalan rasterast qebûl nekiriban û guman li ser heban weke xayîn dihat sûçbarkirin û dihat kuştin.
Evdilla bi xwe di zîndana Îmraliyê de ji parêzereke xwe re dibêje, hejmara kadroyên bi destê me bi xwe hatîn kuştin ji hejmara kadroyên bi destê dewleta Turk hatîn kuştin zêdetir.
Belê, Evdilla Ocalan tu caran di tu qadeke şer de amade nebûye, dema li Kenyayê hatî girtin jî razî nebû li ber xwe bide û got, “ez berxwedaneke kilasîk encam nadim” lê ev jî weke lehengiyek ji kurdan re bas kir.
PKK’ê û rêberê wê yê zindankirî pirsgirêka kurdan li ber kurdan berze kir û berê wan da aliyek din, ji slogana rizgariya Kurdistanê, bijî kurd û bijî Kurdistan û hwd berê kurdan da siloganên weke “konfederalîzma demokratîk, biratiya gelan”, êdî kurd bi qadeke ewqas tarî ve birin ku niha bi taybetî li bakurê Kurdistanê li şûna kurd bibêjin, “bijî Kurdistan, bêy welat jiyan nabe” dibêjin, “bijî serok Apo, bê serok jiyan nabe”.
Her wek ewqas xwîna kurdan ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe rijandî şaşiyeke zimanî be û em bikaribin vê şaşitiya zimanî bi çend îdyeman sererast bikin.
Evdilla pirsgirêka kurdan li ber wan da berzekirin, her 10 salan carekê berê kurdan dide aliyekê, li gor hez û arezo û berjewendiyên xwe kurdên alîgirên xwe araste dike.
Belê, êdî di vê berzebûnê de, êdî kurd nizanin ka ew milletin yan texeke civakî yan tenê tîgeheke felsefîne di mejîkê Ocalan de?!!