PKKê çarenûsa Kurdên Bakur xistiye binê deryayeke bêdawî

Di dîrokê de, şoreş bi têkçûna hêzên çekdar li qada şer têk neçûne. Lê gava ziman êdî li meydana şer nebe, peyv zuwa bûn û beyaname bûne wek xwînrijandinê, têkoçûn çêdibe.
Bi hezaran ciwanên ku xwîna xwe ji bo doza Kurdayetiyê, azadiya neteweyekê û bidestxistina dewleteke serbixwe ya Kurdî rijandine, bûne qurbaniyên peymaneke yekalî û çarenûseke nediyar. Fedakariya wan bû fedakariya ji bo azadiya saxte.
Mafên rewa yên van fedakara di rûpelên rojnameyan de nehatine weşandin, lê di bende helbestekê de, bi hewesa mirovahiyê û bi zimanên resen, daxuyaniya partiya karkera ku di kongireya 12 de hatiye pejirandin, mîna duaya dawiyê ya li ser laşek ne amadebûyî bû.
Neteweya Kurd ti peymanek nivîskî bi cîhanê re îmze nekiriye û navê Kurdan li ser ti nexşeyek yasayî nehatiye nivîsandin.
Çarenûsa Kurdên li Bakur niha ketiye binê deryayeke bêdawî. Kurdên li Bakur bi daxuyaniya dawî ya Partiya Karkeran re rû bi rûne, ku navên dagîrkerên Kurdistanê îmze nake. Herwiha aliyê sêyemîn di vê pirojeya aştiyê de nayê dîtin.
PKKe ji maleke birîndar derketiye û li dijî aliyê ku Kurdistan dagir kiriye çek hildaye. Îro ew bêyî peymanek îmzekirî û bêyî çavdêriya dewletek serbixwe xwe hilweşand.
Pirsa li vir tê ser ziman eve, gelo mafê kê heye ku li ser navê hezaran şehîd, birîndar, penaber û girtiyan biaxive?? Gelo xewnên ku me li ser cotkaran vehandine, emê bi ku de bibin?
Cenazeyên ku li jêr tankên dijimin hatine şewtandin û wêrankirin em çawa dikarin wan vegerînin??
Emê çawa serdana gorên bi kom bikin û emê ji wan re çi bibêjin???
Di felsefeya siyasî de, bi taybetî ji hêla fîlosofên cîhanê yên wekî Kant û Habirsman ve, em hatine hişyarkirin ku aştî dibe rastiyek dema ku her du alî:
Hevdu qebûl dikin.
Destberdarî hevseng be.
Garantiyên yasayî hebe.
Lê tiştê ku niha hatiye dîtin ne aştiyeke siyasîye, lê valahiyeke siyasî, rewşenbîrî û mirovîye.
Ev aştî dikeve qonaxek berevajîbûnê ji ber ku bersivên hemî pirsan bi awayekî şûlî têne dayîn û hemî nexweşî û qêrîna cangorîyan ketine nav newaleke bêdeng de.
Em niha bi duwaneyekê re rû bi rû mane: Partiyek mîna PKKê her tim dewleta Tirkiyeyê bi desthilatdarya leşkerî tawanbar kiriye, û heman partî îro hatiye xwe teslîmî wê dewleta leşkerî kirî ye. Bêyî ku di navbera her du aliyan de peymanek îmzekirî an civînek hebe da ku daxwazên wan werin naskirin, ev peyman mîna wê gotina Kurdîye ku dibêje: “Keru nemire heta qîvar şîn dibe”!!
Manîfestoya PKKê nekaxezekî siyasî ye, lê belê belgeyeke hebûnîye, antolojyeke û pênaseyeke nû ya Kurdan e ku ji aliyê hişê yek kesî, Abdullah Ocalan ve hatiye amadekirin. Ocalan di pênaseya xwe de dibêje: Hevrikiya Kurdan li Bakur êdî ne hevrikiyeke netewî ye, lê pirojeyekî Demokratîkkirina Gelan e, bêyî têghîştinek neteweyî, ango dermankirina birînê bi navê aştiyê û guhertina hişmendiyê bi navê nûbûna cihgîr, pênase dike.
Kî dê laşên ciwanên ku gorên wan ji me re nayên zanîn vegerîne??
Kî dê hêsrên wê dayîkê vegerîne ku bi navê azadiyê hatiye xapandin?
Kî dê gundên şewitî û kenê wan vegerîne??
Kî dê zarokê ku di koçberiyê de mezin bûye îqna bike ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek netewî ye, lê pirsgirêkek Demokratîkbûna Gelane??
Di encamê de, daxuyaniya hilweşandina PKKê ne tenê bûyerek siyasîye, lê di heman demê de daxuyaniyeke ku Kurd bi giştî û bi taybetî yên bakur ne tenê ew alî ne ku wê teslîmî vê pirojeyê bibin.