Pirtûkên ku Ocalan îdîa dike wî nivîsandine, fikir û ramanên kê ne?!

Pirtuken-Ocalan-3
  • Simko Ebdulezîz

Di nivîsên Abdullah Ocalan de wisa diyar dibe ku ew yekem kese li dinyayê der barê azadiya jinê axivî ye.

Çima em Ocalan wisa pênase dikin?

Ji ber ku Abdullah qet behsa çavkaniya gotinên xwe nake, em hemî dizanin ku di pirensîbên nivîsandinê de, dema ku behsa çavkanî neyê kirin, ev dihête wê wateyê ku ew nivîsandin ji fikir û ramana nivîskar bi xwe ye.

Abdulah her wiha destnîşan dike ku berî wî tu jinan mafên xwe nexwestine û ew yekem kes bû ku jin motîve kirine da ji bo ku mafên xwe bixwazin.

Li vir em ji Abdulah Ocalan re dibêjin, beriya te bi hezaran jin hebûne ku di nivîsandin di qîriyan û perestgehên mêran bi qelemên xwe hilweşandine û dîwarên felsefeya baviksalariyê ji nav birine.

Abdulah Ocalan nivîsên van çalakvanên mafên jinan xwendine, naveroka axaftinên wan ji xwe re girtine û hinekî guhertine, piştre bi heman naverok û ramanê weşandine û xwe kirî ye îlhambexşê mafên jinan.

Simon De Bovar (1908-1986) fîlosofeke Firansî bû ku li ser felsefeya hebûnê û tevgera jinan ya sedsala 20an bi berfrehî nivîsand.

Wê di sala 1949an de gotbû: “Jinek ji dayîk nebûye ku bibe jin, lê ew tê kirin ku bibe jin, mîna ku di hişê wê de derzekê vekin û heqîqetê bixin tê de”.

Dîsa, Simon De Bovar dibêje: “Jin ne çerme, lê gotareke li ser laşî tê daliqandin e”.

Paşê fîlosof, lêkoler û rexnegra Amerîkî Judith Butler ku li 1956ê jidayik bûye, ew di dawiya sedsala 20an de hilweşandinê berdewam dike û dibêje: “Zayend ne xwesteke, lê dubarekirina tiştekîye da ku em bifkirin ku ew raste”.

Piştire çend fîlosofên din yên jin (Betty Friedan, Julia Kristeva) li ser jinan axivîne û hebûna jinan şîrove kirine û gihandine wê astê ku laşê jinê veguherînin bo zimanê berxwedanê.

Ev têgeh li ser asta cîhanî kirine durhêl, neku hinek gotarên rewhwanbêjiyê.

Piştî nîv sedsalê ji berxwedana van fîlosofên jin, Abdulah Ocalan ji nû ve hatiye û di zîndanê de tenê fikir û ramanên van fîlosofan xwendine û rabûye pirtûkek bi navê Manîfesto li ser jinan weşandiye bêyî ku behsa nivîskarên rastîn yên wan fikir û ramanan bike û gotiye:

Jin ji bo koletiyê nehatine dinyayê, lê ew tên kolekirin.

Ew tiştên ku Abdulah li ser jinan nivîsandine, neramanên wî bi xwene, lê dizîna dengê jinan e bêyî ku navên wan bibêje.

“Ew nedeng û ramanên nû ne ji boy jinan, deng û ramanên fîlosofên berê ên jinan e, lê bi dengê mêrekî ne li şûna dengê wan jinan, belê Ocalan dibêje: Ku ev îlham di zîndanê de ji min re hatiye”.

Abdulah, komkerê gotinên Simon De Bovar ê ye bêyî ku navê wê bibêje, Ocalan çûye li meydana Michel Foucault meşyaye û bêyî ku navê xwediyê meydanê bîne ziman, fikir û ramanên Judith Butler dizîne û di giyanê partayetiyê de bi awayekî sofîgerî vegotine û wisa pêşan dane ku ew di girtîgehê de gihîştiye wê heqîqeta giyanî.

Piştî ku Abdulah ev Manîfesto weşand, min kesek nedî ku cesaret bike were û ji Ocalan re bibêje: “Te ev fikir û raman, lêkolîn û teorî ji ku derê aniye”?.

Ji ber nezanîna kadroyên Partiya Karkeran û nezanîna wan a li ser rewşenbîrên cîhanê, ew mîna mirovên bêxwendene ku ji derdora xwe haydar nînin. Ew di wê bawerê de ne ku ev ramanên Abdulah ramanên xwedayî ne û bi rêya îlhamê ji boy wî hatine.

Ji ber vê yekê, di navbera kadroyên Partiya Karkeran de hawkêşeyek çêbûye, ew jî eve:

“Dizîna fikrê bo qanûneke pîroz hatiye veguherandin”.

Ev qanûna pîroz mîna perestgehekê lê hatî ye. Tenê jin xwedî mafê ketina vê perestgehêne. Dema jinek dikeve perestgehê, azadiya wê dê bi qeder îtaeta wê şerîeta pîroz be ya ku Abdulah Ocalan afrandî, ango, azadiya jinan girêdayî gotar û axaftinên Ocalan e.

Ji bo jinan pir girînge ku bizanin Abdulah, nekesekî bîrmend û rewşenbîr an jî afrîner e, lê wêneyek nûye ji boy jinan hatiye xêzkirin.

Jin li cem Ocalan, ew jine ku bi gotinên wî razîye, ger razî nebe jî, ev dihête wê wateyê ku ev jin hêjan ji bazneya mêran derneketiye.

Di axaftinên Abdulah de, cih ji bo jinan tuneye ku ji sînorên axaftina wî derkevin. Divê jin li ser rola xwe nefkirin û rexneyê li axaftina wî nekin.

Tiştê ku me bi kurtasî li ser hişê Ocalan derbarê jinan de weşandiye, xweya dike ku vî zilamî ti pirojeyên rizgariyê ji boy jinan neafrandine, lê pirojeyek pisîkolojîkê rehwanbêjiyê ji boy çêkirina jineke partiyê ya eyar 24 afrandiye, ango li gorî Ocalan divê jin ramanên wî ji boy xwe bikin nexşerîyek û bo her tiştî esas bigirin û navê Ocalan li ser alayê wekheviyê were nivîsandin.

Dizî ne ew tişte ku ji berîkê tê kirin, lê diziya herî mezin diziya fikir û ramanên mirovan n e.

Abdulah bi tohmeta diziya rewşenbîrî dibe meznitrîn sûcdarê cîhanê û ev cure dizî ji tepeseriyê mezintir e.

Çima çi j tepeseriyê mezintir e ?

Ji ber ku gava hûn xwe dikin xwediyê ramanên kesekî din, ev tê wê wateyê ku hûn ji rîya zanistî derketine û hûn bûne saxtekarên dîrokî.

Ev tenê ji bo wê yekêye ku tenê Ocalan di gotara xwe de wisa bide xweya kirin ku jin wekî kanalekê ne ji boy veguhestina gotara wî û meşrûyeta gotara xwe ji jinbûna jinan, ne ji hêza jinan, werbigre.