Hûsiyan bi mûşekên balîstîk êrîşî Îsraîlê kir

Hûsiyên Yemenê dibêjin ku wan bi hemahengiya li gel Îranê mûşekên balîstîk avêtine Îsraîlê.
Îro 15.06.2025ê ajansa Reutersê bi zimanê Rayedarên Hûsiyên Yemenê belav kir ku bi mûşekên balîstîk bajarê Yafa yê navenda Îsraîlê kirine armanc.
Li gorî agahiyan, êrîşa Hûsiyan bi Tehranê re di nav hemahengiyê de bûye û êrîşên mûşekî di demekê de pêktên ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de her diçe germtir dibe.
Heta naha nehat zanîn ka encam û zirarên wê êrîşa Hûsiyan çibûye, lê Hûsî dibêjin ku ew ji bo piştgiriya xelkê Xezeyê êrîş dikin.