Demokrasîya gelan yan kolekirin û asmîlekirina kurdan di nava Tirkiyeyê de?!

Simko Ebduleziz

Di kongreya 12emîn ya PKK’ê de nameya Evdilla Ocalan hat xwendin, di nameyê de Ocalan bi eşkereyî ragihand ku pêwîste PKK’e ji qonaxa dewletbûna kurdan derbasî qonaxa demokrasîya gelan bibe, ji ber ku ew wisa difikire ku qonaxa demokrasîya gelan binirxtir û bilindtire û gaveke pirr pêşketî ye.

Di vir de hin pirs serhildidin ku ew jî evin:

Gelo ger neteweyek dev ji xwe berde wê azad bibe?

Gelo demokrasî di nebûna serweriyê de tê cîbicî kirin?

Erê hizra netewî bûye barekî giran heya ku dev jê berdîn? Yan hêjan navendeke xebatê ye ji boy xwe naskirin û azadiyê?

Li gor min, demokrasîya gelan ya ku Evdilla Ocalan pê daxbar bi tenê ciwankariyeke felsefî ye ku Ocalan dixwaze bi vê yekê ji dest dayîna serwerîya neteweyeke bin dest pê binuxmîne.

Divê bê zanîn ku demokrasîya gelan ya ku Ocalan xwe weke xwediyê wê dide naskirin, û rijde li ser cîbcî kirina wê, ji boy fîlsofê berniyas Bokçîn û hin dibistanên Rojavayî vedigere ku banga nedesthilatdariyê dikin.

Ev dibistan dibêjin, divê dewlet were hilweşandin heya ku civak bi awayekî giştî beşdariyê di birêvebirina welat de bikin.

Lê divê were gotin, wê demê kar bi vê nerînê tê kirin ku her neteweyek mafên xwe yên xweseriyê bi dest dixe û piştre di nava xwe de ber bi cîbicî kirina wê fikrê diçin, anku heya ku her neteweyek bi temamî serbixwe û azad nebe ev fikir nema bikaribe were cîbicî kirin. Yanî, ya ku Ocalan bangeşeyê jê re dike berevajî vê felsefeyê ye, li ser vê mijarê fîlsofê Firensî (Alain Badiou) dibêje, “kesê ku li ser dadweriyê biaxive û bêy ku danpêdanê bi sitemkariyê bike, wê demê xwediyê wê fikirê di bin navê bêalîbûnê de pergalekê dirust dike ku rewatiyê dide zordariyê.

Di vir de axaftina Alain Badiou li ser Ocalan cîbicî dibe, ji ber ku Ocalan dixwaze bi têzên xwe kurdan ji rizgarkirina welatê wan dûr bixe û zilm û zora dewleta Tirk bi ser gelê kurd diveşêre.

Ocalan bi van karên xwe pêwendiya di navbera kolonyalîzmê û şûnasa netewî jinav dibe, pirojeyeke aşopî berçav dike û di vê projeyê de îtîraf bi wê yekê nayê kirin ku azadiya bêy xak û sînor û serwerî ti wateyeke xwe tuneye.

Şûnasa netewî li dijî demokrasiyê nîne, belku kevrê bingehîn yê demokrasiyê ye.

Firensa bi dayika demokrasiyê tê naskirin, lê demokrasîya wan piştî serketina li ser şoreşeke netewî hat cîbicî kirin.

Hindustan ku weke mînaka welateke fire netewe û Ol tê naskirin, qet dev ji hebûna netewa xwe ber neda û li dijî Berîtanyayê ku welatê wan dagir kiribû li ber xwe da, Berîtanya weke welateke dagirker dest girt û ew ji welatê xwe derxistin û şûnasa xwe ya netewî parast.

Fîlsofê Elmanî (Johann Gottlieb Fichte) dema hewla dagirkirina Elmanyayê dihat dayîn, gotarekî pêşkêşî gelê xwe dike û tê de dibêje, “yekem gava demokrasiyê azadî û rizgarbûna netewî ye.” evca baskirin li demokrasîya gelan di nava dewletekê de ku welatê te dagir kiribe û hebûna te weke neteweyek cuda înkar dike, xeyal û îxanetek pirr mezin e.

Tişta ku Ocalan daxwaz dike bi tenê, kolekirin û asmîle kirina Kurda ye di nava Tirkiyeyê de, ew dixwaze kurd bêy şûnas, bêy sînor û bê keramet bin, ne zêdetir, ger na ti carî daxwazeke bi vî awa nake, belku wê banga serxwebûn û damezrandina Kurdistaneke serbixwe û azad bike.