Îranê li navenda atomî ya Fordo dest bi kar kir

Kompanyaya Amerîkî “Maxar” duh înê hejmarek wêneyên satelîtê yên navenda atomî ya Fordoyê ya Îranê belav kirin. Di wêneyan de diyar dibe ku çalakiyên li navendê, bi awayekî sînordar, ji nû ve dest pê kirine.
Di wêneyên nû yên satelîtê de, tevgera li derdora deriyên ku berê ji aliyê Amerîkayê ve hatibûn bombebarankirin, tê dîtin. Otomobîl û amûrên avahîsaziyê li nêzî dergehên kompleksên binerdî hatine dîtin. Herwiha hat ragihandin ku amûreke mezin a kolandinê û buldozerek li navenda atomî ya Fordoyê hatine dîtin.
Tora “CNN” li ser zarê pisporê çekan û profesorê li Enstîtuya Lêkolînên Navdewletî ya Middlebury, Jeffrey Lewis ragihand, wêneyên satelîtê nîşan didin ku Îranê li tunelên Îsfehanê jî dest bi karan kiriye. Lewis got: “Roja 26ê Hezîranê, hejmarek otomobîl li navenda navokî ya Îsfehanê hebûn,” û destnîşan kir ku “heta berbanga 27ê Hezîranê, astengiyên li ber yek ji deriyên tunelan hatibûn rakirin.”
Jeffrey Lewis herwiha got ku wêneyekî din ê ku di 27ê Hezîranê de ji aliyê kompanyaya “Planet Labs” ve hatiye kişandin, nîşan dide ku deriyên tunelan vekirî bûne.
Ev geşedan piştî wê yekê tê ku çend roj berî ragihandina agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de, sê firokeyên B-2 yên Amerîkî êrîşî navenda Fordoyê kiribûn. Ev navend li bin çiyayekî, bi kûrahiya nêzîkî 300 pî (90 metre) hatiye avakirin. Derbarê vê yekê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû: “Me navendên Netenz, Fordo û Îsfehanê bi temamî ji holê rakirine.”
Li gorî çavkaniyan, tevî ku Ajansa Îstixbarata Amerîkayê ragihandiye ku ziyaneke mezin gihîştiye cihên navokî yên li ser erdê û zehmet e Îran xwe bigihîne yûranyuma di bin erdê de, navenda Fordoyê weke yek ji cihên herî hestiyar û stratejîk ên Îranê ji bo zengînkirina yuranyumê tê zanîn.