Trafîka peyaman di navbera Bahçelî û Demîrtaş de: Gelo rexnedayîna Demîrtaş a 17 ê Hezîranê hate qebûlkirin?

Têkiliyên di navbera PKK û pêkhateyên girêdayî wê de, ku heta çend sal berê jî neyartî û dijminatiya AKP û MHP dikir, bi lez reng diguherîne. Bi danîna çekan ji aliyê PKK ê ve, an jî wekî ku Tirkiye jê re dibêje, pêvajoya “Tirkiyeya Bê Teror”, her du alî jî daxuyaniyên hişberên xwe xeradikin û hevûdu temam dikin, didin. Dubare gotara Bahçelî ji bo Ocalan wekî “rêberê damezrîner” û gotinên Ocalan ji bo Bahçelî û Erdogan berêz-rêzdar her ku diçe di asta hemû rêxistinê de xuya dibin. Di dawiyê de, pêşniyara rêz û silavên Bahçelî yên îro ji bo Demirtaş nîşanek din a vê yekê ye.
Spasnameya taybetî ya Bahçelî ji bo Demîrtaş jî nîşan dide ku nameya Demirtaş a bi dîroka 17 ê Hezîranê, ku rexnedana xwe li hember dewlet ê û Erdogan, ji aliyê dewletê ve hatiye qebûlkirin û peyama Demîrtaş geheştîye cihê pêwendîdar.
Rêz û silavên germ pêşkêşî hev dikin
Li gorî nûçeyên medyayê, serokê MHP ê Devlet Baxçelî piştî merasîma çekberdana PKK’ê bi parêzerê Demirtaş re li Edirneyê telefon kiriye. Baxçelî peyamek ji Demîrtaş re şand: “Beşdariya we di gihîştina vê encamê de pir hêja û bibandor bûn. Ez ê spasdar bim ger hûn vê peyama min bigehînin berêz Demîrtaş” Parêzerê Demîrtaş piştre peyama Baxçelî ji Demîrtaş re şand.
Demîrtaş her wiha peyamek bi destnivîsa xwe ji Baxçelî spasî, silav û rêzgirtina pêşkeşkir.
Her çend ew yek jestek sade ya rêz û spasdariyê xuya bike jî, ev mûhabbet ji vê pir mezintir e.
Nameya xwerexnekirinê ya Demirtaş a bi dîroka 17 ê Hezîranê
Daxuyaniya Demirtaş a di 17 ê Hezîranê de, bi sernavê “Dema wêrektiyê ye, ne dema hemasetê ye”, bû sedema nerazîbûneke mezin a raya giştî a Kurd. Di wê daxuyaniyê de, Demirtaş hevokên wekî “Paşnavê me Tirkiye ye” bi kar anî û got, “Ji ber ku paşnavê me Tirkîye ye, ez her kesî vedixwînim ku li dora paşnavê me bibin yek û berpirsiyariyê bigirin ser xwe.”
Naveroka nameya Demirtaş, bi awayekî, “xwerexnekirinek bû li hemberî dewleta Tirkiyeyê û heta Evdila Ocalan.” Piştî 2012 an, Demîrtaş – bi teşwîqa hin hêzan – xwe wekî rêberek damezrand. Dikare were gotin ku Demîrtaş siyasetek pejirand ku ji her kesî re balkêş bû, ku ji armanceke siyasî ya taybetî bêtir ji ber xwesteka komkirina leyengira dihat meşandin. Kesayeta wî ya karîzmatîk û retorîka wî ya xweş di raya giştî de deng veda. Gelek derdor, nemaze yên ku li dijî desthilatdariya takekesî ya Ocalan, piştgirî dan xeta Demirtaş. Demîrtaş wekî stêrkekê ji nûve dibiriqî.
Bilindbûna Demirtaş gelek kesan aciz kirin. Her çiqas xuya bû ku wî bi gotina “Em te nakin serok” herî zêde Erdogan aciz kiriye jî, lê di rastiyê de yên ku bêtir aciz bûyî: Qendîl û Ocalan bûn
Ocalan bi eşkereyî gef li Demirtaş xwar. heta hewl da ku Demîrtaş ji hevserokatiya HDP ê jî dûr bixe. Di encamê de, Demîrtaş, ku hêrsa sêgoşeya Îmralî-Qendîl-Erdogan kişand ser xwe loma jî hate girtin.
Bi erêkirina van her sê hevalbendan, Demîrtaş di 4 ê Mijdara 2016an de hate girtin û ev neh sal in girtî ye û derdorên PKKê ji vê girtinê pir kêfxweş bûn.
Zindanîbûn zêde sûd neda Demirtaş. Demîrtaş hewl da ku çepgirên Tirk razî bike, lê ew bi ser neket. Wî hewl da ku PKK razî bike, lê ew dîsa bi ser neket. Wî hewl da ku Ocalan razî bike, lê ew jî bi ser neket.
Bi pêşketinên nû re, Demirtaş niha dixwaze ji bo azadiya xwe tiştekê bike, û di rastiyê de, wî ew nameya rexnedana xwe di 17 ê Hezîranê de nivîsandî bi vî sedemî kir.
Daxuyaniya Demirtaş îlankirina amadebûna wî ya ji bo beşdarbûna di projeya Erdogan-Baxçelî-Ocalan de bû. Demirtaş di nameya xwe de bi zelalî wiha got: “Em, wekî civaka Tirkiyeyê, di vê heyamê de dê yekgirtî bin; dema ku pêwîst be, em ê ji Edîrneyê heta Colemêrgê li dijî xeterî, êrîş û provokasyonên kuhebin, veguherînin artêşeke gel a 86 milyonî; em ê bi bedelên canê xwe welatê)Tirkîye) xwe yê hevpar biparêzin.”
Ango, Demirtaş qebûl kir ku ew bibe beşek ji Peymana misaqa millî a Tirkîyê. Wî rexnedayîna xwe jî bo Erdogan kir. Piştre ji ber gotina xwe ya “Em ê nehêlin tu bibî serok”, paşve gav avêt û ji Erdoga re got berêz Serokê komarê.
Nameya Demirtaş îro bi peyama ku Devlet Baxçelî ji wî re şandiye, hatîye qebûlkirin.
Ev tê çi wateyê? Rê ji bo berdana Demirtaş ji girtîgehê di mehên pêş de hatiye vekirin.