PKKê ciwanekî din yê Başûrê Kurdistanê da kuştin

PKK-PJAK-Helebce-net

Rêxistina PKKê ciwanekî din yê Başûrê Kurdistanê da kuştin û paş ku mirina wî bo çendîn salan veşartî, îro ji nû ve hatiye dibêje me milîtanê xwe yê apoyî wenda kir.

PJAKê baskê PKKê yê Rojhilata Kurdistanê îro roja yekşemî 17 Tebaxa 2025ê nasnameya çekdarekî xwe yê bi kod navê Helmet Helebce aşkere kir ku li 29ê Kanûna paşîn a 2023yan li çiyayê Asosê canê xwe ji dest daye.

PJAKê paş derbasbûna 2 salan ji nû ve îro hatiye mirina Helmet îlan kiriye û dibêje me milîtanekê xwe yê apoyî wenda kir.

Ev ciwanê Başûrê Kurdistanê navê wî yê fermî Şahid Sîrwane û ew li Helebceyê ji dayîk bûye.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û xurtên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, yên ku di sal û mehên berê de bi destê artêşa Tirkiyeyê dayne kuştin û mirina wan veşartî hiştî, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezara ciwan mane ku PKKê mirina wan îlan nekiriye.