Bazara li ser Herêma Garê ya di Navbera PKK û Dewleta Tirkiyeyê de

Bazara li ser Herêma Garê ya di Navbera PKK û Dewleta Tirkiyeyê de

Navên çiyayê Garê û Girê Bahar di van demên dawî de pir caran tên bihîstin. Sedema vê yekê ew e ku çapemenî li ser wan nûçeyan çêdike. Li gorî nûçeyan: “PKK ji herêma Siyanê ya Garê û Girê Baharê yê devera Nihêlê vekişiyaye û dewleta Tirkiyeyê li wir bi cih bûye.”

Çavkaniya van nûçeyan medyaya Tirkiyeyê ye. Li gorî şopandin û lêkolînên me yên li Darka Mazî, heta niha tu amar û belge neketine destên me ku nîşan bidin PKK vekişiyaye û leşkerên Tirkiyeyê çûne Garê. Berevajî vê, PKK hîn jî tunelan dikole; bi giranî li Siyan-Ergena, Kafya, Kelha Babil û Navsera Garê. Ji ber vê yekê, nûçeyên derbarê Garê de yên ku niha tên belavkirin, nerast in.

Mijara tunela Girê Bahar hîn balkêştir e. Girê Bahar li jorî gundên Belave û Guherzê ye, ku xelkê herêmê jê re dibêje lûtkeya geliyê Sîva. Ev tunel di dawiya sala 2023an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû dorpêçkirin. PKKê di destpêka Hezîrana 2025an de bi protokolekê ev tunel radestî dewleta Tirk kir û dewleta Tirk jî çekdarên PKKê bi wesayîtan şandin devera Berê Garê. Ji ber vê yekê, ev nûçe jixwe kevn in.

Gelo çima çapemeniya dewleta Tirk van nûçeyên derew û kevin dubare dixe rojeva raya giştî?

Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze li Garê bi cih bibe. Çiyayê Garê ne tenê çiyayekî asayî ye; Garê herêmeke pir mezin û stratejîk e. Ji bo ewlehî, aborî û rewşa civakî ya Herêma Kurdistanê devereke pir girîng e. Garê ji bo Deşta Nînovayê wekî sengerê zêrevanî ye. Di heman demê de rêyên Hewlêr, Soran, Barzan, Deşta Zê, Amediye, Duhok, Akrê û heta Rewandizê bi hev ve girêdide. Ew der wargeha eşîr û mîrnişînan e. Bi kurtasî; Garê tê wateya bîrên petrolê, zeviyên gazê û pişka şêr a dahata Herêma Kurdistanê. Li gel vê, sengerê stratejîk ê ewlehiya Herêma Kurdistanê ya Federal e.

Paşxaneya vekişînê û rewşa dawî

PKKya ku ji sala 1988an vir ve li herêma Behdînanê deverên stratejîk di destê xwe de digire (di nav de Heftenîn, Berwarî Bala, Nêrwe, Rêkan, Avaşîn û Bradost), di navbera salên 2019 û 2024an de ev herêm hemû radestî dewleta Tirk kirin. Heta di dema agirbestê û piştî vekişînê de jî, wan yek santîmetre erd radestî Pêşmerge an Herêma Kurdistanê nekir. Berevajî vê, çûna Pêşmerge ya bo van deveran wekî sedema şer pênase kir. Lê belê PKK ji gelek deverên li Berwarî Bala, Heftenîn, Xakurke û Xinêrê bê şer û pevçûn vekişiya; senger û tunelên xwe yên bi salan, nîşka ve radestî dewleta Tirk kirin. Niha tenê herêma stratejîk a ku di destê wan de maye herêma Garê ye. Lê ew niha amadekariyan dikin ku vê şahdamara herêmê jî radestî Tirkiyeyê bikin.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên PKKê wergirtine, dewleta Tirk û Ocalan li ser radestkirina Garê ya ji bo artêşa Tirk li hev kirine. Dema ku Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin di 2yê Tîrmehê de serdana Silêmaniyê kir û bi her du berpirsên PKKê Sabrî Ok û Bese Hozat re civiya, ev mijara Garê bi hûrgulî hat nîqaşkirin. Ew plan dikin ka dê çawa bêyî ku raya giştî bihesînin, vê rîtûela radestkirina Garê bi cih bînin.

Ew hêdî hêdî hewl didin ku raya giştî ji bo vê rewşê amade bikin. Ji ber vê yekê, nûçeyên li ser radestkirina Garê di ragihandina Tirkiyeyê û PKKê de dibin mijara sereke. Bazara li ser herêma Garê ya di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de metirsiyeke mezin e bo Herêma Kurdistanê û xelkê vê deverê. Pêdivî ye ku xelkê deverê rê nede vê destdirêjiya PKKê.