Di 20î Tîrmeha 2026an de, Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ligel Abdullah Öcalan, rêberê PKKeya hilweşyayî civînek pêk anî. PKKê ev hevdîtin, wekî di her navberê de, ji raya giştî re wekî “civîneke dîrokî” pênase kir.
Li gorî daxuyaniya piştî civînê hat belavkirin, di gotara Öcalan de çar xalên sereke û berbiçav hebûn:
1- Banga 27ê Sibatê berdewam dike, ev tê vê wateyê ku di pêvajoyê de ti astengiyek tune.
2- Öcalan di çarçoveya rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) de pêvajoya qanûnî û yasayî pesend dike.
3- Öcalan li şûna navê Kurdistanê têgeha “Anatolya” bi kar tîne.
4- Öcalan tespîta “Heke hûn Kurdan ji Tirkan veqetînin Kurd namîn in; heke hûn Tirkan ji Kurdan veqetînin Tirk namîn in” dike.
Balona ku di hewayê de teqiya
Bi gotineke din, tiştê ku wekî “civîna dîrokî ya Öcalan” tê pêşkêşkirin, di bingeha xwe de hewlek e ji bo paşguhkirina Kurdan û derxistina wan a ji dîrokê. PKK bi salan e ku balonan difirîne û her tiştî bi rengê “daxuyaniya dîrokî”, “civîna dîrokî”, “gaveke dîrokî” û “biryara dîrokî” bi nav dike. Lê di encamê de ev balon hemû di hewayê de teqiyan û vala derketin. Di vê civîna dawî ya Abdullah Öcalan de jî balon teqiya û Ziya Gökalp û Alparslan Türkeş ji hundirê wî derketin.
Ziya Gökalp kî ye?
Ziya Gökalp (1876-1924) Kurdekî ji Diyarbekirê ye; lêbelê wî jiyana xwe ji bo Tirkkirinê terxan kir, bi dehan pirtûk nivîsandin, şîret li Tirkan kirin û rê nîşanî wan da ka dê çawa Kurdan kontrol bikin. Ji ber vê yekê Tirk jê re dibêjin “Bavê Neteweperestiya Tirk”. Gökalp li ser Kurdan digot: “Kurdekî ku ji Tirkan hez nake ne Kurd e; Tirkekî ku ji Kurdan hez nake ne Tirk e.”
Li aliyê din Alparslan Türkeş (1917–1997), damezrîner û serokê yekem ê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ye û wekî “Başbuğ” (Rêberê Sereke) yê îdeolojiya neteweperest a Tirk tê hesibandin. Wî jî li ser Kurdan digot: “Em bi qasî ku Tirk in, ewqas jî Kurd in. Ew bi qasî ku Kurd in, ewqas jî Tirk in.”
Gotinên Abdullah Öcalan ên di vê civînê de, tevlîhevî û sentezek e ji gotinên Ziya Gökalp û Alparslan Türkeş. Gökalp û Türkeş ev gotin ji bo razîkirina Kurdan digotin daku ew wekî sömürge (mêtingeh) bimînin. Gotinên Öcalan jî ne ji bo tekezkirina li ser girêdana dîrokî û cografî ya du gelan in; berevajî vê, ew ji bo ku hêzên kolonyal dîsa Kurdan ji dîrokê derxînin in.
Öcalan behsa mafê çarenûsî yê Kurdan, mafê wan ê xwerêveberiyê an jî naskirina wan a di destûrê de nake; ew heta navê Kurdistanê jî wekî “Anatolya” pênase dike.
Di dîrokê de ti kesî pirsgirêka kolonyal a neteweyekê bi lavakirinê çareser nekiriye. Ne Mandela, ne Gandhi, ne Omer Muxtar, ne Îrlandî û ne jî Katalan ji hêzên kolonyal lava nekirin. Lê Öcalan ne tenê lava dike, belku di heman dem de ew hewl dide ku li ser navê hêzên kolonyal Kurdan bixapîne.
Di encamê de, balona Öcalan yê ku xwe wekî “Rêberê Gelê Kurd” bi nav dike teqiyaye. Di sedsala 21ê de derket holê ku di hundirê Öcalan de kesayetekî hevkarê dagirkeran yê ku dixwaze xelkê bixapîne heye.