Hêzên PKKê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê kom dibin…

Nûçeyeke giring ji ser sînor! Li çiyayên serkeş ên sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, tevgerên nedîtî û bi guman diqewimin. Pirs ev e: Gelo komployeke nû li dijî Rojhilatê Kurdistanê di rê de ye?

Lêkolînên taybet ên Darka Mazî rastiyeke tirsîner derxistin holê! PKKê bi sedan şervan ji Rojava, Garê û Behdînanê vekişandine û anîne ser sînorê Îranê. Ne tenê çek… makîneyên mezin ên tunelkolînê, teqemenî û alavên kûrkirina şikeftan jî li van çiyayan hatine bicihkirin!

Ev plan, di sê xetên sereke de tê meşandin:

  • Xeta Yekem: Li dora Qendîlê û sînorê rasterast ê Îranê!

  • Xeta Duyem: Ji Qendîlê heta Asosa, Pêncevîn, Helebçe û Biyarê!

  • Xeta Sêyem: Ji Qendîlê heta Bradost, Çoman, Sîdekan û bilindayiyên Xakurkê!

Lê pirsyarên tije guman di tam li vir de dest pê dikin…

Ev tunelên ku têne kolandin, pir nêzîkî nuqteyên leşkerî yên Îranê ne! Dengê teqînan çiya dihejîne, lê Komara Îslamî ya Îranê bêdeng e!

Îrana ku bajarên Koye, Zergwez û Herîrê bombebaran dikirin… Çima li ber van tevgerên PKKê yên li ser sînor çavên xwe digire?

Hêzên ku navê PJAKê li xwe kirine, niha li ser rêyên sereke yên Mahabad, Sine, Pîranşar û Merîvanê azadane digerin. Dewleta Tirk jî ku berê digot “Bila PJAK çekan deyne”, niha bêdengiya mirinê hilbijartiye.

Gelo ev bêdengî nîşana çi ye?

Dîrok xwe dubare dike!

Tişta li Rojava hat kirin, ku berjewendiyên gelê Kurd ji bo hevkariya ligel Şam û Enqereyê hatin feda kirin, niha heman senaryo ji bo Rojhilat tê amadekirin. PJAK ne tiştekî din e, maskeya nû ya PKKê ye.

Şoreşa azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê nikare bibe qurbana bazarên siyasî yên Abdullah Öcalan û PKKya belavbûyî!

Bernameya ku îro li ser sînor tê meşandin, ne ji bo Kurdekî azad e…

Ev, rasterast projeya radestkirin û firotina Rojhilatê Kurdistanê ye!