Parlamentoya Ewropayê li ser daxwaza Ciwanên Kurd ji bo Rojava ket tevgerê

Parlamentoya Ewropayê li ser daxwaza Ciwanên Kurd ji bo Rojava ket tevgerê

Di demekê de ku siha şer û metirsiya koçberiyê li ser taxên Kurdî yên bajarê Helebê û herêmên Rojavayê Kurdistanê zêde bibû, destpêşxeriya mirovî û yasayî ya ciwanên Kurd li Ewropayê bû pireke giring ji bo gihandina dengê gelê Kurd ber bi navendên biryardana cîhanî ve. Komek ciwanên dilsoz ên Revenda Kurdistanî li Almanyayê, bi berhevkirina belgeyên tawanan li deriyê Parlamentoya Ewropayê dan û piştî hewldanên berdewam bersiveke fermî û xurt wergirtin.

Di destpêka sala 2026an de, rewşa mirovî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê gihîştibû asteke karesatbar. Êrîşên artêşa Sûriyeyê yên bi çekên giran û firokeyên bêfirokevan (drone), bûbûn sedema koçberbûna nêzîkî 155 hezar kesan ku piraniya wan jin, zarok û kal û pîr bûn. Di heman demê de, Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku yekane navenda tenduristiyê ya deverê bû ji ber bombebaranê ji xizmetê derket û metirsiya paqijiya etnîkî û guhertina demografîk li dijî Kurdan derkete asteke bilind.

Li hemberî vê rewşê, Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî li Almanyayê di 12ê Rêbendana (Çileya) 2026an de civîneke lezgîn pêk anî. Di bin serpereştiya Şahan Omer Faris û bi beşdariya çalakvanan; Dr. Viyan Xelîl, Liwana Efaf Hec Şêxmûs, Yasemîn Murad û Diljîn Baxistanî, biryar hate girtin ku ji bo parastina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê serî li saziyên Ewropî bidin. Ji bo vê armancê, wan li ser asta navneteweyî dest bi berhevkirina belgeyên tawanên li Helebê kirin û raporteke fermî pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê kirin.

Ev nameya ku ji parlamentoyê re hatibû şandin, belgenameyeke yasayî ya xurt bû ku pişta xwe dispard Peymanên Cenevreyê û prensîbên mafên mirovan ên navneteweyî. Di raporê de pênc daxwazên sereke cih digirtin: Encamdana lêkolîneke navneteweyî ya serbixwe, dabînkirina parastina bilez ji bo sivîlên Kurd, sepandina cezayên giran li ser tawanbaran, piştgirîkirina pêvajoyeke siyasî ya giştgir bi beşdariya Kurdan û berfirehkirina alîkariyên mirovî bo lêqewimiyan.

Piştî pêvajoyeke kontrolkirina şeş mehan, di 8ê Tîrmeha 2026an de bersiva fermî ya Parlamentoya Ewropayê ku bi îmzeya Bogdan Rzońca (Serokê Komîteya Daxwaziyan) hatibû amadekirin, gihîşt destê nûnerên ciwanên Kurd. Her çend ev bersiv ji aliyê demê ve hinekî dereng mabe jî, lê ji ber naveroka xwe ya erênî û hiqûqî, hêviyeke mezin di nav gelê Kurd û ciwanên Rojavayê Kurdistanê de afirand.

Parlamentoya Ewropayê di bersiva xwe de bi fermî ragihand ku ev mijar bi tevahî di çarçoveya qadên çalakiya Yekîtiya Ewropayê de ye. Ji ber giringiya mijarê, parlamentoyê dosye bi fermî arasteyî Komîteya Karên Derve û Jêr-komîteya Mafên Mirovan kir da ku bi hûrgulî û li ser asta bilind çavdêriya reşnivîs û rewşa herêmê were kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Parlamentoya Ewropayê bi tundî hemû tûndûtîjiyên li dijî welatiyên sivîl û bi taybetî li dijî pêkhateya Kurd li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin şermezar dike û ev kiryar wekî “tawanên şer” û binpêkirina giran a mafên mirovan pênase kirine. Parlamenê dubare kir ku ew ê li ser piştgiriya xwe ya mayînde ji bo parastina mafên sivîl, siyasî û perwerdehiyê yên Kurdan li Sûriyeyê berdewam bin.

Ev serkeftina dîplomatîk ku berhema keda ciwanên Kurd e, belgeyeke zelal e ku hewldanên revenda Kurdî li derveyî welat dikarin guhertinên mezin di siyaseta navneteweyî de ava bikin. Bi vê gava dîrokî, dosyeya êşên Heleb û Rojavayê Kurdistanê di refên jibîrkirinê de nema, lê belê bû beşek ji ajandaya fermî ya parastina mafên mirovan di asta herî bilind a yasadanîna Ewropayê de.