Şandeke Dem Partiyê dê serdana Îmraliyê bike û bi Abdullah Ocalan re bicive

Şandeke Dem Partiyê dê serdana Îmraliyê bike û bi Abdullah Ocalan re bicive

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayip Temel ragihand ku di nava vê hefteyê de şandeke partiya wan dê serdana Girava Îmraliyê bike û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinekê pêk bîne.

Li gorî daxuyaniya Tayip Temel, biryar e şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê roja Duşemê, 14ê Îlona 2026an, biçe Girava Îmraliyê. Hatiye diyarkirin ku şand ji Parlementera Wanê Pervin Buldan, Parlementerê Rihayê Mithat Sancar û parêzer Faik Ozgur Erol pêk tê. Şandeya DEM Partiyê herî dawî di 2ê Tebaxa borî de serdana Girava Îmraliyê kiribû.

Pêvajoya Çareseriyê û Yasaya Nû

Ev serdana şandê di demekê de pêk tê ku berê di 10ê Tebaxa 2026an de, li Parlamentoya Tirkiyeyê “Yasaya Çarçoveyê” ya Taybet bi Pêvajoya Çareseriyê hatibû pesendkirin. Ev yasa bi taybetî çarenûsa wan gerîla û alîgirên PKKê diyar dike ku amade ne çekên xwe deynin.

Li gorî xalên yasayê, ji bo destpêkirina pêngavên fermî, pêwîst e ku dezgehên ewlehiyê yên dewletê piştrast bibin ku PKK û rêxistinên girêdayî wê dawî li hemû çalakiyên xwe anîne û çekên xwe radest kirine.

DEM Partî di daxuyaniyên xwe de bi berdewamî tekez dike ku rola Abdullah Ocalan di arastekirina çareseriya siyasî û pêvajoya aştiyê de xwedî girîngiyeke sereke ye.