Serok Mesûd Barzanî îro, 9ê Îlona 2026an, peyameke fermî ya hevxemiyê bo Mîrê Êzdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg şand, ji ber koça dawî ya birazayê wî, Xwedêjêrazî Harîwan Merwan Tehsîn Beg.
Di peyama xwe de, Serok Barzanî xemgînî û hevxemiya xwe ya kûr beramberî Mîrê Êzdiyan, malbata Mîran û tevahiya civaka Êzdî anî ziman. Serok Barzanî di peyamê de piştgiriya xwe nîşan da û diyar kir ku ew hevparê vê xema giran in.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan,
Bi xem û dilgiranî ve nûçeya koça dawî ya birazayê we Harîwan Merwan Tehsîn Beg gihişt me. Bi vê helkefta xemgîn, ez sersaxiyê ji we û malbata Mîran re dixwazim û em hevparên xema we ne.
Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku sebir û hedarê bide we û canê Xwedêjêrazî bi behişta berfireh şa bake.”