Gulistan Kiliç: Divê komîsyon li gel Ocalan diyalogê bike

Seroka koma Dem Partiyê li parlementoya Tirkiyê ragihand ku divê komîsyona aştiyê li gel Abdulla Ocalan diyalogê bike û li nêrînên wî guhdarî bike.
Gulistan Kiliç koçîygît îro roja çarşemî 20 Tebaxa 2025ê bûyerên di rojevê dene nirxandin û bi taybetî bal kişand ser komîsyonê û civînên wê yên bi Dayikên Şemiyê û Weqfa Tahîr Elçî.
Gulistan Kiliç ragihand ku guhdarîkirina li mexdûrên şer girînge û got, “îro wê di civîna komîsyonê de li Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, komeleya mafên mirovan û Weqfa Tahîr Elçî bê guhdarîkirin.”
Herwiha diyarkir, divê Komisyona Aştiyê li gel Ebdulla Ocalan diyalogê bike û li nêrînên wî guhdarî bike, ji ber ku ew xwediyê banga 27 Sibatê ye.