Mirina fermandarê PKKê Serhed Varto aşkere bû

Nasnameya fermandarekî din yê HPGê aşkere bû ku ji sala 2021ê ve li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye û mirina wî nehatibû ragihandin.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja pêncşemî 21 Tebaxa 2025ê nasnameya fermandarê xwe yê bi navê Yûsif Mihemed Atîk û bi kodnavê Serhed Varto aşkere kir ku li 26 Adara sala 2021ê li devera Kato ya herêma Botanê ya li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest da bû û rêxistinê mirina wî îlan nekirbû.
HPGê aşkere kirîye ku ev fermandarê wê bi nexweşiyê canê xwe ji dest dayî ye.
Fermandarê HPGê Serhed Varto li sala 2003ê tevlî refên PKKê bibû.
Rêxistina PKKê ji sala 2021ê ve bi dehan fermandar û kadroyên xwe yên li hêla jûr bi êrîşên dewleta Tirk ji dest da ne, mirina piranîya wan jî heya roja me ya îro veşartî maye û nehatiye îlan kirin.