PKKê zarokekî din yê 13 salî ji Kobanê revand

Rêxistinên PKKê yên li Rojava Kurdistanê zarokekî din yê Kurd ku temenê wî tenê 13 sal in ji bajarê Kobanîyê revand û ber bi kampên çekdarkirina zarokan ve bir.
Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast fermana ji PKKê werdigirin, li ser revandina zarokan li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontirola HSDê de berdewamin û herî dawî zarokekî 13 salî ji Kobanîyê, revand.
Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin ku ev zarok navê wî Kamîran Salih Ismete, temenê wî 13 sal in û li roja 9 Tebaxa 2025ê çeteyên PKKê ew ji Kobanîyê revandiye.
Destnîşan kirin, ev zarok jî weke bi sedan zarokên din bi merema çekdarkirina wî di nava refên rêxistinê de hatiye revandin û ber bi kampên çekdarkirina zarokan ve hatiye birin.
Ciwanên Şoreşger rêxistineke ciwanan ya girêdayî PKKê ye, bi telîmatên rasterast yên Cemîl Bayîk tev digere û karê wê çekdarkirina zarokane ji boy PKKê û baskên wê yên li Rojava Kurdistanê.