Ev girtiyên Kurd di her kêliyê de dikarin bêne darvekirin

Komara îslamîya Îranê sê girtiyên siyasî yên Kurd weke amadekarî bo darvekirina wan, ji zîndana Urmiyeyê şandin zîndana giştî ya Sucanê.
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh sê girtiyên siyasî yên bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin bi navê Pejman Sultanî (30), Elî Soran Qasimî (28) û Rojgar Begzade (42) bi şêwazek ne yasayî ji girtîgeha Urmiyeyê ji bo Girtîgeha Giştî ya Sucan hatin şandin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku saziyên mafên mirovan vê hewldanê wek gefek eşkere li dijî parastina jiyana wan bi nav dikin.
Rêxistinê di heman daxuyaniyê de ragihand ku veguhestina girtiyên siyasî ji Ûrmiyeyê binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan e.
Hate diyarkirin ku malbatên her sê girtiyên siyasî ji bo zelalkirina rewşa zarokên xwe serdana rayedarên dadwerî û ewlehiyê kirine, lê heta niha ti bersivek wernegirtine.
Her sê girtiyên siyasî, di dema Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn binçavkirin.
Proseya darizandinê jî li Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyeyê bi awayekî ne dadperwerane û bêyî amadebûna parêzerên wan hate rêvebirin.
Her sê girtî bi tometa ‘serhildan, avakirina komên dijî hikûmetê, peywendî û komployên li dijî ewlehiya netewî û propagandaya li dijî dewletê’ bi cezayê darvekirinê hatin mehkûmkirin.