Li Rojavayê Kurdistanê cenazeyên du ciwanên hatibûn revandin hatin dîtin

Li Rojavayê Kurdistanê cenazeyên du ciwanên hatibûn revandin hatin dîtin

Çapemeniya Rojavayê Kurdistanê ku, li sînorê bajarê Dirbesiyê du ciwanên ku hatibûn revandin, îro cenazeyên wan hatin dîtin.

Du roj berî naha li bajarê Dirbêsiyê du ciwan hatibûn revandin û çarenûsa wan nediyar bû, lê îro cenazeyên her du ciwanan li nêzîkî Hesekê hatin dîtin, ku cenazeyên wan li ser rêyekî hatibûn avêtin.

Her du ciwan, yek bi navê Adel Menis e ji gundê Meşîrfa Halimo ye û ciwanê din bi navê Welîd Miho ye ji gundê Cilbistanî yê ser bi bajarê Dirbêsiyê ye, her du jî wekî karkerên avahîsaziyê dixebitîn.

Di vê navberê de, medyayê ragihand ku bûyer hîn ne diyar e û hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.