Şanda Îmraliyê vê hefteyê diçe cem Ocalan

Heyeta-Imraliye-Pervin-Buldan-info

Şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê amadekarهyê dike ku di nava vê hefteyê de serdana Îmraliyê bike û bi rêberê zîndankirî yê PKKê Abdulla Ocalan re hevdîtinê bike.

Şanda Îmraliyê ji parlamentera Wanê Pervîn Bûldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê buroya hiqûqê ya sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê.

Roja hevdîtinê hêjan diyar nebûye. Lê belê ji ber ku dê di çarçoveya karên komîsyona aştiyê de weke hevdîtina destpêkê pêk were, girînge.

Li gorî agahiyên ku şanda Îmraliyê dane, Ocalan dê di hevdîtina çaverêkirî de derbarê karên komîsyonê û pêvajoya çekdanînê peyamên girîng bide.