Dem Partî: Komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê neke, karên wê dewam nakin

Dem-Parti-Ocalan-Turkey-info

Dem Partî radgihîne ku xebata komîteya parlementoya Tirkiyê ya li ser pêvajoya çareseriyê bêyî hevdîtin û guhdana Abdulah Ocalan nikare bidome.

Serokê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di mîtîngekê de li bajarokê Xelat ya li parêzgeha Bidlîsê ya Bakurê Kurdistanê li ser pêvajoya çareseriyê axivî.

Erdogan got, “Emê nekevin lîsitka kesî û dafkên ku ji bo Tirkiyeyek pir bi bandortir, rêzdartir û serfraztir hatine danîn. Em ber bi Tirkiyeyek bê teror ve diçin ku dijminên me ‘aciz kiriye.” Emê bi israr gavên xwe bidomînin.

Komîteya piştgiriya neteweyî, biratî û demokrasiyê ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de li parlementoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, civînên xwe didomîne û guh dide beşên cuda yên civakê.

Dem Partî li wê bawerê ye, bêy hevdîtin û guhdarîkirina li Ebdulla Ocalan, zehmete xebatên komîteyê dewam bikin.

“Aliyek pir girîng ya pirisgrêka ku jê re tê gotin Pirisgrêka Kurd zimanê Kurdîye. Pirisgrêka Kurd di heman demê de pirisgrêka zimanê Kurdîye. Ji bo ku komîte di vê çarçoveyê de xebata xwe bike, divê bi rêkupêk bi birêz Ocalan re bicive.

Li gorî rayedarên dem partiyê, tê pêşbînî kirin ku şandeyek ji îmralyê vê hefteyê serdana abdulah ocalan bike.

Şandeyê herî dawî di 25ê tîrmehê de serdana giravê kir û bi ocalan re civiya.