Endamê konseya HPGê “Bûlût Nûralî” hate kuştin

Bûlût Nûralî-Net

Fermandarê payebilind û endamê konseya HPGê yê bi navê Bûlût Nûralî hate kuştin, HPGê jî aşkere kirîye, Nûralî di qezayekê de canê xwe ji dest daye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja sêşemî 26 Tebaxa 2025ê mirina fermandar û endamê konseya xwe Bûlût Nûralî aşkere kir û got ku ewî di qezayekê de li 11 Tebaxa îsalê canê xwe ji dest daye.

Bûlût Nûralî bi kodnavê Mordem Çewlîk di nava rêxistina PKKê de tê naskirin, ji Çewlîka Bakurê Kurdistanê ye. Li Xizîrana sala 2004ê tevlî refên PKKê bûbû, gelek erk û berpirsyarî di nava rêxistinê de wergirtine û herî dawî fermandarê Rojava Zapê û endamê konseya HPGê bû.

Rêxistina PKKê ji sala 2021ê ve bi dehan fermandar û kadroyên xwe yên li hêla jûr bi êrîşên dewleta Tirk ji dest da ne, mirina piranîya wan jî heya roja me ya îro veşartî maye û nehatiye îlan kirin.

Hêjayî gotinê ye, li 21 Tebaxa jî PKKê mirina fermandarê xwe yê bi navê Serhed Varto aşkere kirbû û gotbû ku wî jî bi nexweşiyê canê xwe ji dest da ye.