Ocalan dê îro derbarê çekdanînê peyamekê ragihîne

Imrali-Dem-parti-net

Şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê îro ji bo hevdîtina bi rêberê zîndan kirî yê PKKê Abdulla Ocalan ber bi girava Îmraliyê ve bi rê ketiye û tê çaverê kirin Ocalan peyam hebin.

Şanda Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji parlamentera Wanê Pervîn Bûldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê.

Şand ji bo karibe bi Ocalan re hevdîtinê bike ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.

Hevdîtina ku îro pêk were wê piştî avabûna Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê bibe hevdîtina destpêkê.

Lewma tê payin ku Abdulla Ocalan têkildarî karên komîsyonê û pêvajoya çekdanînê peyamên girîng bide.