PKKê ev 3 Gerîla li 2018 dane kuştin, îro mirina wan aşkere bû

Nasnameya 3 Gêrîlayên PKKê 2 jê keç aşkere bû ku rêxistinê li sala 2018ê berê wan dabû mirinê û ji nû ve îro mirina wa îfşa bû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê, îro roja yekşemî 31 Tebaxa 2025ê nasnameya 3 Gêrîlayên ku li herêmên cudayên Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Destnîşan kir, Gêrîlayên bi kodnavên Artêş Rojava, Jîndar Tendurek û Arvîn Çirav Botan li sala 2018ê canê xwe ji dest dane.
HPGê weke tev rêhevalên wan, mirina van Gerîlayan jî 7 salan li malbatên wan veşartbû û îro hatiye di pesnê wan de gotiye: Me Fedayî yên xwe yên Apoyî wenda kirin, em wan bi rêzdarî bi bîr tînin!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirina wan veşartî maye, li gorî agahiyên destê me hêjan bi hezaran çekdar mane mirina wan nehatiye ragihandin.