Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke din a biçûk revand

Çeteyên PKK’ê "Ciwanên Şoreşger" keçeke din a biçûk revand

Revandina zarokan li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSD’ê de berdewam dike û herî dawî çeteyên PKK’ê “Ciwanên şoreşger” keçeke temen biçûk li Kobaniyê revand û heyanî niha çarenivîsa wê nediyar e.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, çeteyên PKK’ê yên bi navê “Ciwanên şoreşger”, di şeva 16-17/8/2025an de keçeke temen biçûk a bi navê “Xezal Bekir Nîhad” ku jidayikbûya sala 2011ane û bi tenê 14 salên temenê xwe derbas kirine revandiye.

Çavkaniyên Darka Mazî her wiha tekez kirin, Xezal ji şêniyên gundê “Nor Alî” yê ser bi bajarokê Kobaniyê ye, ew ji eşîra Kîtkane û bavê Xezalê berê yek ji endamên asayîşa PYD’ê bû û di sala 2014an de li dema êrîşa DAIŞê bo ser Kobaniyê hatibû kuştin.

Tevî ku HSD’ê di Hezîrana 2019 de ligel Netewên Yekbûyî planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.