Tirkiye: Yeknebûna HSDyê bi artêşa Sûriyeyê re gef e

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku entegrenebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi artêşa Sûriyeyê re gefek e li ser ewlehiya wan a neteweyî û diyar kir ku dema pêwîst be, ew dê “ji bo ewlehiya xwe û aramiya Sûriyeyê” piştgiriyê bidin Şamê.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îro derbarê rojeva wî welatî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de wiha gotin:
“Pêkneanîna biryarên bêçekbûnê û tevlînebûna bi dewleta Sûriyeyê re ji aliyê rêxistina terorê HSDyê ve, gefek e li ser yekîtiya Sûriyeyê û ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê.
Divê rêxistina terorê HSD li gorî pêvajoya yekbûna bi artêşa Sûriyeyê re tevbigere û dev ji her cure kiryar û gotinên ku zirerê didin yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê berde.”
Wezaretê her wiha diyar kir ku ew dê vê pêvajoyê bişopînin û da zanîn:
“Tirkiye dê vê pêvajoyê bi berdewamî bişopîne û dema ku hewce bike, hem ji bo ewlehiyaa xwe û hem jî ji bo sûde bide aramiya Sûriyeyê dê her cure piştgiriyê bide Sûriyeyê.