Serok barzanî: Emê tu carî Rojava bi tenê nehêlin

Dr. Adil Baxewan ev wêneya xwe û serok Barzanî yê li Parîsê parvekirî ye û li ser nivîsandiye ku serok Barzanî ev yêk gotîye:
«Min peyamek ji eşîrên ereb ên Sûriyeyê re şandiye û bi eşkereyî ji wan re gotiye: Ger ew êrîşî Rojavayê Kurdistanê bikin, hemû hêzên pêşmerge yên Kurd dê rêya Qamîşlo bigirin û ez jî wê yek ji wan bim».
Dr. Adil Baxewan dibêje: Yek ji mijarên stratejîk ên ku min bi Serok Barzani re nîqaş kir, pêşeroja Rojavayê Kurdistanê bû. Me hemû pirsgirêk bi hev re nîqaş kirin û serok Barzanî bi gotina li jêr dawî li axaftina xwe anî:
«Rast e, dibe ku em di hin xalan de ji hev cuda bin, lê em ê tu carî Rojava bi tenê nehêlin».