Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «9»

Wek tê zanîn şanda Dem Partiyê ji boy hevdîtina bi rêberê PKK’ê Evdilla Ocalan re, di 25î Nîsana 2025 de serî li greva Îmraliyê dabû, di vê hevdîtinê de Ocalan û şanda demê danûstandin li ser gelek mijaran kiribû, tevî ku hinek ji axaftinên di vê hevdîtinê de ji aliyê şanda demê hatibûn parvekirin jî, lê belê hemû axaftin nehatibûn parvekirin, piştre bi zimanê Tirkî naveroka van danûstandinan li Ewropayê hatin parvekirin û hat ragihandin ku ev axaftin ji aliyê yek ji endamên şandê bi awayekî veşartî hatiye parve kirin, loma emê di vê nivîsê de wan axaftinan wek xwe parve bikin.
Ocalan di vê beşa axaftina xwe ya ligel şanda Dem Partiyê û berpirsên dewleta Tirkiyeyê de careke din wefaya xwe ji Mistefa Kemal Ataturk û komara Tirkiyeyê re radigihîne û bêy ku şerm û fedî bike dibêje, “Mistefa Kemal tev hêza xwe da Komarê û dibêje yekane wesîyeta min zindîhiştina Komarê ye, heger hurmeta te ji Mistefa Kemal re heye wê demê komara wî demokratîk bike û ber bi pêşve bibe. Ev Komar bi şerekî mezin hatiye çêkirin. Yê ku pirr baş vê yekê fêm dike bi tenê ezim. Lê belê ji min re dibêjin mezintirîn xayînê Komarê. Na ez ne xayînim, belku dixwazim ji cihê ku Mistefa Kemal destnîşan kirî dest pê bikim û Komarê ber bi pêşve bibim.”
Axaftina şanda demê bi Ocalan re bi vî awa didome:
Perwîn Buldan: birêz serok em hinekê bisekinin yan jî Mîthat Sancar dikare bi tenê were?
Serok: na, na, bila em li bendê bin, paradîgmaya nû bi vî awa tê dirustkirin, vê ti eleqe bi federasyonê ve tune ye, belku eleqe bi sînorên civaka demokratîk ve heye, di destûrê de derfetên ku ji civakê re hatine dayîn hene û di qanûnan de jî pir baş hatine behis kirin. Şaredarî Komone, sînorên desthilata berpirsên Komona pirr girîng e, gelo di vê derbarê de hûnê dest bi amadekariyan bikin? Ev bi gotin nabe, divê her kes bixebite, şaredarî tuneye pêwîst dike tu dirust bikî, dibêje em ji Komarê re hez dikin lê belê rê nadin Komar karê xwe bike, Mistefa Kemal tev hêza xwe da Komarê û dibêje yekane wesîyeta min zindîhiştina Komarê ye, heger hurmeta te ji Mistefa Kemal re heye wê demê komara wî demokratîk bike û ber bi pêşve bibe. Ev Komar bi şerekî mezin hatiye çêkirin. Yê ku pirr baş vê yekê fêm dike bi tenê ezim. Lê belê ji min re dibêjin mezintirîn xayînê Komarê. Na ez ne xayînim, belku dixwazim ji cihê ku Mistefa Kemal destnîşan kirî dest pê bikim û Komarê ber bi pêşve bibim. Ez bawerim li ser vê esasê wê serdana Ozel jî bikin, Sirrî Sûreya Onder xwedî rêbazeke bêhempa bû ji boy rêveberiya kirîzan, dikarî wan kontrol bike û rêbazeke baş ji boy komkirinê hebû. Tirkiye dikeve nava qonaxeke mezin ya demokrasiyê, lê belê yên ku hişê zarokan hine vê yekê fêm nakin, serdestiya stratejiyeke bi vî awa dikeve dest Tirkiyeyê, gelo hûn dixwazin serdestiya stratejîk bidin dest Îsraîlê? Gelo qelemşûr çi dibêjin?
Bi rastî jî Kurd têkiliyan bi kê re deynin serdestiya stratejî bo wî ye, evca çi Îran be yan jî Îsraîl. Ji welatê me re dibêjin Tirkiye, ber bi Tirkiyeyê bi rê dikevîn, başe, çima tu dijîtiyê dikî? Di Rojhilata Navîn de serdestiya stratejîk ji te re ye bê guman merema min ji aliyê hegemonî ve nîne, belku ji aliyê moralê ve ye. Dibêjin zliameke sextekar ji boy azadiya xwe van tiştan dike, ya ku ez nakim dikin ya min. Mafê hêviyê û tiştên taybet bi xwe ve min tev sekinandine ji ber ku ev wê hêdî hêdî çareser bibin. Ez bi rêzdarî li bîra Ozal tînim ku Erbakan jî heye, nikarin bi tu awayekî din Komarê birêve bibin, ez naxwazim vê Komarê parçe parçe bikim, vê yekê ti wateyek ji min re tune ye, ya ku di serdema Sûriyeyê heyanî niha min xwestiye bikim eve ku min dixwest Komarê bikim muxatebî xwe, demokrasî nebe sekularîzm jî nabe û yasa jî nabe. Behsa asayîşa dewletê dikin, gelo heta ku stratejiyeke rast ya dewletê nebe asayîşa dewletê wê çawa were parastin?
Berpirsek tirk: ev qonaxa niha em gihiştinê pir başe, pêvajo pirr baş birêve diçe. Îlham Ehmed îro ji Rûdawê re axivîye “muxatebî me” we nedîtiye daxuyaniyeke pir baş bû.
Serok: pêwîst dike her şerekî armancek hebe, şerekî bêy pîver nabe, Mistefa Kemal dibêje pêwîste pîvan û binemaya her şerekî hebe, loma ez bi bawerim gelek kesan hişê xwe wenda kiriye, loma pêwîst dike em xweragir bin. Muxatebî Ozgûr, pêş niha biryar bû li şûna te Ebrû were, ew çi dike, çima nehat?
Ozgûr: birêz serok, Ebrû bûye berpirsa têkiliyên derve yên Dem Partiyê.
Serok: ha, li wir kar dike?
Perwîn Buldan: belê ew berdewame, birêz serok ger hûn bixwazin em dikarin wê jî bixin nava lîsta şandê de.
Serok: na, pêwîst nake, bila niha bimîne.
Perwîn Buldan: birêz serok, hejmareke diyariyan ji we re hatine, Fewza Yusuf ji Rojava anîne û li Îtalyayê radestî me kirin, (çar diyarî tesbî, pînivîs, şalek, ji boy serok û sê hevalên wî).
Ozgûr: birêz serok, roja borî Bafil Talebanî daxuyanî da û amaje bi vê yekê kiribû ku yên li Qendîlê dixwazin kongre saz bikin, lê dron rê bi wan nadin, Amerîkî jî wisa dibêjin, daxuyaniyên hevalên li Qendîlê jî di vê çarçoveyê de ne.
Berpirsê Tirk: wan gotibû ewê bi xwe asayîşa kongreyê biparêzin.
Ozgûr: dron û bombebaran nesekinîne.
Berpirsê Tirk: ji xwe Îlham Ehmed dibêje şer û êrîş sekinîne û rewş baş e.
Perwîn Buldan: ew li Sûriyeyê ye ne li Îraqê.
Serok: pirsa ewlekariyê pirseke pir giringe, dema ez hatim vir nûnerê supasalarê Tirkiyeyê xwedî helwesteke pir nerm bû, bi raya min lobîya şer daxwaza şer dike, pêwîst rê li ber vê yekê were girtin, dibe kongreyê lidar bixin û bi ser bikevin, lê belê pêwîst dike asayîşa xwe jî biparêzin, biryara hilweşandinê biryareke rast û stratejîk e, belgeyên wê jî wê werin parve kirin. Raporeke 500 rûpelî wê were parve kirin, rexmî vê yekê jî hinek ji van vê yekê weke teslîmbûn dibînin, amadekarî heye, bila vê yekê weke gef nebînin, ji ber ku ev 10 carî berî ye, heger êrîş piştî kongreyê berdewam bûn, ew çi dikin bila bikin, amadekariyên wan çi bin bila bikin, me berê jî girûpek anîbû, Yûksel Genç jî têde bû, me grûpek amade kiribû hatin, ê çibû?
“Ji ber ku ev hevdîtin pirr dirêje, emê di nivîseke din de beşeke din ya danûstandina di navbera şanda demê û Ocalan parve bikin.”
Didome..