Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê civiyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kir. Di hevdîtinê de guhertinên siyasî û ewlehî yên li Iraq û navçeyê hatin nirxandin û giringî hat dayîn ser avakirina kabîneyeke nû ku mafên hemû pêkhateyan biparêze.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîna ku îro (Çarşem, 29ê Nîsana 2026ê) birêve çû de, rewşa giştî ya Iraqê û pêşhatên dawiyê yên deverê bi hûrgilî hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan dîtin û nerînên xwe derbarê aramiya herêmî û hevsengiyên siyasî de parve kirin.
Beşeke sereke ya danûstandinan li ser bizavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê bû. Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz tekez kirin ku divê hikûmeta bê bibe hikûmeteke “xizmetkar” ku, daxwazên rewa yên hemû pêkhateyên Iraqê bi cih bîne, rêzê li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bigire û mafên darayî û qanûnî yên gelê Kurdistanê mîsoger bike.
Di hevdîtinê de her du alî li ser giringiya hevahengiya di navbera aliyên siyasî de hevfikir bûn daku Iraq ji qeyranan rizgar bibe. Ev serdana Feyaz di demekê de tê ku li Bexdayê hewlên ji bo temamkirina proseya siyasî û destbikarkirina serokwezîrê raspartî bi germî berdewam dikin.