HSD’ê nasnameya 9 şervanên din eşkere kir

Hêzên Sûriya Demokratîk nasnameya 9 şervanên din eşkere kir, ku di dem û cihên cuda de ketine ber êrîşên çeteyên Şamê û ji nû ve şehîdbûna wan ragihand.
HSD’ê îro roja çarşemî, 29’ê Nîsana 2026’an, bi daxuyaniyekê nasnameya 9 şervanên xwe diyar kir ku li çileyê (kanûna paşîn) a îsal li deverên Hesekê û Dêrezorê ketibûn ber êrîşên çeteyên Şamê û giyanê xwe ji dest dabûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Van şehîdan bi xwîna xwe dastanên qehremaniyê nivîsîn û bûn mertal li dijî pîlanên dijminan, ewên ku dixwestin îrada gelê me û mafê wî yê jiyanê ji nav biben.”
Navên wan bi vî rengî ne:
Muhenned Ubêd.
Ehmed Elûş.
Îbrahîm El Hisên.
Îmam Hemê.
Roj Osê.
Abid El Hesen.
Salih El Îbrahîm.
Efer El Tuma.
Xidir El Necar.
Li gorî amarên senterên vekolînê li Rojavayê Kurdistanê, di êrîşên çeteyên Şamê de bo ser Rojava ku li 6’ê çileyê dest pê kiribûn, kêmtir ji 1200 kurdan şehîd bûne, bi hezaran hatine revandin û bi sed hezaran kes jî aware û derbeder bûne.